Rojnameya Ronahî

Hewraman; Welatê Keviran

Wênegir Husamettîn Bahçe piştî projeyên xwe yên “Koçer”, “Êzîdî”, “Sûryaniyên Turabdînê” û “Mazxana” vê carê bi projeya xwe ya “Hewraman” daye pey civakeke îzolekirî û di çarçoveya vê projeyê de gelek fotografên belgeyî girtine kitêba “Hewraman” jî encama wê ye.

Husamettîn Bahçe weke wênegirekî Kurd ji gotina “Tu yê li gencîneya xwe li wî cihî bigerî yê ku te ew lê winda kiriye…” feyz digire û projeyeke bi navê “Hewraman” ku ji gelek fotografên belgeyî pêk tê, biriye serî. Husamettîn Bahçe motivasyona xwe ya ji bo vê projeyê, wiha tîne ziman: “Min jî hêz ji van gotinan girt û min dît ku ez li ser jiyana sosyo-kulturî ya Hewramana ku pişta xwe spartiye Zagrosan, hevpeyvînê dikim. Kurt û kurmancî, ew çiya û mirovên li wan çiyayan dijîn, sedema çêkirina min ya vê projeyê ne.”

Husammettîn Bahçe wênegirekî ji Diyarbekirê ye. Weke endamekî “Kolektîfa NarPhotos a Fotografan” bêhtir bala wî li ser fotografên belgeyî ye û ew nexasim di vî warî de dixebite. Pêşangeha wî ya yekem bi navê “Koçer” derbarê koçeran de bû. Wî wêneyên gelek koçeran li zozanan girtibû û ev wêneyên xwe sala 2003’yan di pêşangehê de nîşanî xelkê dabûn. Piştî vê pêşangeha xwe, ew çû Başûrê Kurdistanê û vê carê da pey şopa Êzîdiyan û sala 2006’an jî pêşangeha bi navê “Êzîdî” vekir. Piştî vê xebata xwe wî dixwest behsa Sûryaniyên Turabdînê bike. Ji lewma, sala 2008’an jî pêşangeha bi navê “Sûryaniyên Turabdînê” vekir. Her wiha wî sala 2011’an jî jiyanên rojane yên li Amedê kire mijara kadraja xwe û bi navê “Mazxana” pêşangeheke din jî vekir. Ev xebata wî di heman demê de weke pirtûk jî hat çapkirin.

Xebata wî ya bi navê “Li welatê keviran; Hewraman” ya dawî ye. Piştî ku ew çend car çû serdana Hewramanê, pê re arşîveke baş çebûye û wî ev arşîva fotografan di pirtûka “Hewraman” de kom kir û ev pirtûk ji Weşanên Wêjegeh derçû.

Civakên îzolebûyî dike belge û nîşan dide

Husamettîn Bahçe projeya xwe ya dawî ya bi navê “Hewraman” jî weke dewama projeyên xwe yên din dibîne û taybetmendiyeke hevpar nîşan dike di nava van xebatên xwe de. Bahçe ji bo coğrafya Hewramanê dibêje, ew li derveyî dinyayê hatiye hiştin û wekî encama vê yekê jî wan nirxên xwe yên çandî parastine û ev yek bûye hîm û sedem ku ew derbarê Hewramanê de projeyeke dûr û dirêj çêke. Ew projeya xwe wiha dinirxîne: “Taybetiya hevpar a ku ev serpêhatî bi hev ve gire dan jî ev bû; civakên navbirî bi awayekî, beşekî wan hatibûn îzolekirin û ji ber îzalasyonê, her sê civakan jî xwe û kakila xwe parastibûn û li ser reh û bingehê xwe mabûn; û her sê projeyan jî, li ser çarçoveya têgehên parastina kakilê xwe û xwegirêdana bi rehên xwe ve, ev civak li xwe kiribûn mijar.”

Oromon yan jî Welatê Medan

Bahçe di pirtûka xwe ya “Hewraman” de li gel fotografên xwe, gotarek jî belav kiriye û ew di vê gotarê de behsa dîroka Hewramanê û serpêhatiya xwe ya vê projeyê dike. Li gorî agahiyên Bahçe, navê Hewramanê di dîrokê de bi gelek awayên cihê hatiye hildan û navên ji bo Hewramanê tên hilanîn jî bêhtir îşaret bi erdnîgariya Hewramanê ya asê dikin. Weke, Welatê Rojê, Welatê Keviran, Warê Pak û Pîroz, Welatê Medan… Jixwe, peyva “Oromon” bi zimanê Asûriyan e jî tê maneya “Welatê Medan” û navê Hewramana niha ji vê peyvê peyda bûye. Lê Bahçe navê “Welatê Keviran” kiriye sernavê gotara xwe û bi vî awayî behsa Welatê Keviran, Hewramanê kiriye. Belê, ew Hewramana ku Skender gotibû, “Min li wan çiyayan nîvê artêşa xwe winda kir!”

Ji bo projeyê hînî Hewramî dibe

Bahçe di gotara xwe de dibêje, Hewraman di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de di hembêza çiyayên Zagrosan de ye û Hewramanê weke sê beşan dabeş dike; Hewramana Text, Hewramana Lihon û Hewramana Jawero. Geştûgera Bahçe ya demkurt û ya yekem di rojên dawî yên sala 2018’an de pêk tê. Ew destpêkê diçe serdana Hewramana Text lê serdana wî ya ewilî bi reşbînî bi dawî dibe. Bahçe vê rewşê wiha rave dike, “Yek ji gelemşeyên herî giring ew bû ku min li ser vê şêwezarê bi peyvekê jî nizanîbû. Lê kanalên televiziyonê yên ku weşana xwe bi Kurdî dikirin, bûbûn sedem ku gelek kesên li Hewramanê dijiyan hindik be jî, hinî şêwezarên Kurmancî û Soranî bibin. Vê yekê, hindik be jî, hêsanî bo me çêkir da ku em karibin bi hev re bidin û bistînin. Min jî dest pê kir, peyvên ku bi Hewramî hîn dibûm, di deftera xwe de binivîsîm.” Bahçe piştî vê serdana xwe ya ewilî, berê xwe dide Hewramana Jawero ku gundên bi navê Palangan, Tengîser û Avheng jî lê bûne. Lê ew diyar dike ji bo projeya xwe, herî zêde çûye Hewramana Text û gelek demsal li wir fotograf girtine.-Ozgurpolitika