Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YJA Star: Em ê armanca her sê Şehîdan bi cih bînin

12/11/2022
in NÛÇE
A A
YJA Star: Em ê armanca her sê Şehîdan bi cih bînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

YJA Star salvegera şehadeta fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed bi minetdarî bi bîr anî û got, soza me ewe ku em ê armanca hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di sêyemîn salvegera şehadeta fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed de daxuyaniyek da.

YJA Star di daxuyaniya xwe de salvegera şehadeta fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Amed bi minetdarî bi bîr anî û wiha got: “Rêheval me Peyman Bagok di jiyana xwe ya gerîlatiya 28 salan de weke jin bandor kir, rêberî kir, pêş xist û wiha got: “Ew bû şervan û fermandara gelek çalakî û şerên mezin. Di xeta PKK-PAJK’ê de bû nûnerê jiyana fedakar, kesayetek têkoşer û ruhê azad. Ew bû milîtana heqîqî ya felsefeya Rêbertiya me. Di vî warî de bûye mînaka nefsbiçûkî, sadebûn û durustiyê. Yekane çavkaniya wê nirxên azadiyê bû. Ji ber vê yekê bû xwediyê enerjiyeke jiyanê ya bêdawî, evîneke wî ya mezin û tu carî rê neda astengiyan li pêşiya têkoşînê, li hemberî zehmetiyan paşve neçû, bêhêvî nebû.”

YJA Star diyar kir ku rêhevala wan Agirî Gabar ji bo pêşxistina gerîlatiya profesyonel gelek ked da û wiha got: “Hezkirina wê ya ji bo welat, gel û jinan û baweriya wê ya bi Rêber Apo hişt ku hêj zêdetir têbikoşe. Bi hêza ku ji PKK-PAJK’ê girtiye, di zanistî, vîna cewherî û rêxistinbûnê de hêj zêdetir çalaktir bû. Li hemberî komploya navneteweyî biryar da ku li ser xeta Zîlan bibe fedaî, di nava rêxistina Hêzên Taybet de cih girt, pêşengiya rêxistina gerîlatiya profesyonel kir û weke perwerdekar roleke girîng lîst.”

YJA Star da zanîn ku hevrêya wan Çavrê Amed di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku bi coşeke mezin dest pê kir, bi lez pêş ket û di temenê xwe yê biçûk de berpirsyarî girt ser milên xwe û wiha domand: “Hevrê Çavrê li herêma Avaşînê beşdarî gelek çalakiyan bû û bi helwesta xwe ya leheng, kesayeta xwe ya bi vîn û bi. Bi qasî ku di sala 2011’an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû jî, weke ku salên dirêj di nava PKK’ê de be, cewher, hişmendî û gihîştîbûneke ku bi partiyê re tevdigere temsîl kir.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Soza me ya ji bo van şehîdên hêja ew e ku em azadiya fizîkî ya Rêberê me ku sedema hebûna me ye misoger bikin, welatê xwe ji dagirkeriyê, gelê xwe ji qirkirinê, jinê ji desthilatdariya mêr rizgar bikin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîneke mezin bidin û teqez em ê bi ser bikevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.