Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên rojhilat û Îran`ê roja 56 an de xurttir didome

12/11/2022
in NÛÇE
A A
Xwepêşandanên rojhilat û Îran`ê roja 56 an de xurttir didome
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê bênavber dewam dikin û her roj hîn zêdetir xûrttir dibin. Rêjîma Îranê li hemberî xwepêşanderan kuştin, girtin û işkencekirin zêdetir kiriye.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Duh jî li bajarên Rojhilat û Îranê çalakî li dar ketin û kesên di çalakiyan de hatine kuştin, hatin bibîranîn. Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û li dijî qetilkirina Jîna Emînî duh jî di roja xwe ya 56’an de dewam kir.

 

SINE

Li bajarên Sine, Mehabad, Bokan, Kamyaran û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê, ciwan û jinan bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe anîn ziman û çalakî li dar xistin.

 

SERDEŞT

Li bajarokê Serdeşt ji ber kuştina welatiyê bi navê Hêmin Hemze li gundê Bêwranî yê heman bajarokî xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Cenazeyê Hêmin Hemze bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ spartin axê û piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin. Hêzên rejîmê li vir êrişî xwepêşandanê kir û alozî derket.

 

XUREMAWA

Li bajarê Xuremawa yê Loristanê jî cenazeyê welatiyê bi navê Sam Bîranwend spartin axê û li wê derê jî hêzên rejîmê gule li welatiyan reşandin, girseya tev li merasîmê bû dest bi xwepêşandanê kir.

 

BELUCISTAN

Li bajarên Beluçistanê yên Zahîdan, Rask, Wêranşar, Xaş, Pîşin, Serawan û Çabehar xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Beluçistanê hêzên rejîmê hewl da bi rêya êrişan dawî li xwepêşandanan bînin.

 

TEHRAN

Li Tehranê jî çileya zarokê 17 salî yê bi navê Îhsan Xan Mihemedî hate lidarxistin û piştî wê jî xwepêşandan hate lidarxistin. Li Tehranê gelek çalakiyên din jî hatin lidarxistin û dijî rejîmê dirûşme hatin qêrîn.

 

QÛM

Li Qumê jî çalakî hatin lidarxistin û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser dîwaran hate nivîsandin. Li çiyayek Tehranê komek çalakvan, ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê pankarta ku li ser ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû nivîsandin bilindkirin.

Duh Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dabû zanîn ku di nava 55 rojên xwepêşandanan de bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 130 jin û 645 mêr hatine destgîrkirin û herî kêm 67 kes hatine kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.