Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê hat ragihandin

12/11/2022
in NÛÇE
A A
Bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê hat ragihandin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Di bin dirûşma “Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr… Jin, Jiyan, Azadî” de Platforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de bernameya çalakiyên xwe yê ji bo 25`ê Mijdarê ragihand.

Daxuyanî li stada Şehîdên 12`ê Adarê hat xwendin. Herwiha di daxuyaniyê de nêzî sed nûnerên sazî, tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongraya Star Rîhan Loqo, endama Koordînasyona Meclisa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo û hevseroka Yekitiya Ciwnên Pêşverû yên Suryan Mêriyana Îsa ve, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê, em tevayiya jinên ku beriya 5 hezar sal di dîroka baviksalarî de, ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane, di serî de xwişkên Mîrabal yên ku dema li dijî dîktatoriya faşîst ya li Komara Domînîk rawestiyan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bi bîr tînin.

Bi boneya salvegera têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, em nerazîbûn û redkirina xwe ya pêkanînên tundiyê li ser jinan li her derê û her demê nû û dubare dikin. Di nava 11 salan de û bi destpêkirina şoreşa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin karîbû xwe birêxistin bikin û refên xwe bikin yek.

Em di platforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê, ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve li dijî jinên sivîl û siyasî pêk tên red dikin. Ji bo yekkirina hewldan û enerjiya me û piştgiriya doza me li her deverên cîhanê, emê li hemberî her cure tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê yekê em di 12`ê Mijdara 2022’an de bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr… Jin, Jiyan, Azadî” dest bi çalakiyên xwe dikin.

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:

-Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê dê werin dayîn.

-Dîdar û gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.

-Bi boneya 25’ê mijdarê dê mîtîngên girseyî bên lidarxistin.

-Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet çalakiyên cuda li dar dixin.

-Ji 14 heta 17`ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.

-Ji 18 heta 20`ê Mijdarê dê semîner ji mêran re bên dayîn.

-Ji 22 heta 23`ê Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bên lidarxistin.

-24`ê Mijdarê bi rêya Zoom, bi zmanê înglîzî dê panel li ser asta cîhanê bê lidarxistin.

-25`ê Mijdarê dê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan, di nav de her sazî, rêxistin bi dirûşm û rengên xwe bên lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.