Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûyê rast yê dewleta Tirk ya dagirker û Erdogan

09/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Memed Serdar

Hêzên navnetewî û hegemon ji ber potansiyêla AKP`ê ixwancî û şêfê faşîst Erdogan dîtin, ew danîn ser desthilatdariyê. Yanî bi gotineke din keseke din û partiyek din nikare civaka îslamî ya radîkal bi xwe bide bawerkirin û wan bixe bin xizmeta hêzên navnetewî.

Dewleta Tirk ya dagirker dû rûyê wî yên bingehîn hene ku gelek caran mirovên ji dervede lê dinerin tên xapandin. Rûyek xûlamê hêzên hegemon û di bin emrê wande ye, çi kar bidin ber wî mecbûre xizmeta wan bike. Ji xwe wek tê zanîn bi erêkirina van hêzên hegemon partiya AKP û serokê wan şêfê faşîst Erdogan hat ser desthilatdariyê. Her wiha gelek caran bi xwe li ser ekranên televîzyonan li xwe mikur hat û got; di projeya Rojhilata Navî ya mezin de ez erkdarim, hevserokatiya meşandina vê projeyê dane min. Yanî ji alîyekê ve weke nûnerê di serîde NATO û yê hêzên din yên hegemon e.

Ji aliyê din ve mîsyonê şêfê faşîst Erdogan û partiya wî AKP`ê, di Rojhilata Navî de xwe weke nûnerê Ixwan EL Mislimîn dibîne û bi rêka nasnameya olî ya ixwancî dixwaze xwe weke xelîfeyê olê bide pejirandin. Yanî rûyê wî yê dûyem weke nûnerê ola Islam û pêre jî hember welatên rojava, nûnerê Rojhilata Navî ye.

Ji derve de ev her dû rû weke dijberê hev, weke navbera wan de nakokiyên fikrî û bîrdozî heye xuya bike jî di rastî de ne wiha ye. Her dû mîsyonê ku şêfê faşîst Erdogan li ser xwe rakiriye biheve girêdayîne û xizmeta hevdû dikin. Ji bo erkê hêzên hegemon dane dewleta Tirkan û Erdogan bikaribe pêk bîne, divê li Rojhilata Navî de gotinên wî bên gûhdar kirin û herî kêm li ser aliyek pirsgirêkan bandoreke wî hebe. Ger bandoreke wî di nav saha yê siyasî ya Rojhilata Navî de hebe wê karibe berdevkîya hêzên hegemon bidomîne. Ger bandoreke wî ya meydane nebe wê nikaribe ji bo hedef û armancê hêzên navnetewî jî bike.

Hêzên navnetewî û hegemon ji ber ev potansiyela AKP`ê ya ixwancî û şêfê faşîst Erdogan dîtin, ew danîn se desthilatdariyê. Yanî bi gotineke din keseke din û partiyek din nikare civaka îslamî ya radîkal bi xwe bide bawerkirin û wan bixe bin xizmeta hêzên navnetewî. Bi temamî nebe jî beşek ji van rêxistinên radîkal bi giranî aliyê maddî bi AKP`ê û Erdogan ve hatine girêdan.

Ew rêxistinên ku bi Erdogan ve hatine girêdan û qedera xwe dane destê wî, bi perspektîf û zexta Pûtîn nîzîkbûna rêjîma Şam û Erdogan ketin nava metirsiyeke mezin. Ji ber dewleta Tirkiyê ku heta niha hemû derfetên maddî û manewî ji wan re vekiribû û di hemû aliyan ve piştgîrî li wan dikir. Bi dijminê wan re rêkên lihevkirinê digere. Her wiha fermî daxwuyanî jî dan û gotin; `Hêzên opozisyonê Sûrî, divê pirsgirêkên xwe bi rêjîma Şam`ê re çareser bikin`. Yanî ev rêxistinen ku qedera xwe dabûn destê şêfê faşîst Erdogan, ew jî qedera wan da deste faşîsteke din ya baasî Esed.

Ji ber ku ev rêxistinên opozisyonê Sûrî yê ku bi navê Artêşa azad ya Sûrî Erdogan wan komî ser hev kiribû, mîsyonê xwe temam kirin. Êdî karê ku ji wan dihat xwastin nedikarîn pêk bînin, ji bo rêjîma Şam`ê hatin vegûhestin. Lê heman demê de bedîlê wan jî hatibû amade kirin. Ew herêmên ku dewleta dagirker ya Tirk xistibû bin îdareya Artêşa azad ya Sûrî bi şanoyeke ber bi çav ji bo El Nusra hat dewrkirin.

Herêmên di bin dagirkeriya dewleta dagirker ya Tirkiyê`de ye bi şereke şiklî ket destê El Nusra. Bi vî şeklî hem zext li ser çeteyên Artêşa azad ya Sûrî bê kirin ku ew jî xwe nîzîkî rêjîma Şam`ê bikin. Ya din jî esas stratejî ya veşartî rêxistinê ku di asta cîhanîde weke rêxistineke terrorist tê nas kirin El Nusra, weke hûkûmetek ya herêmên dagirkirî bidin pejirandin. Her wiha stratejî ne tenê dana pejirandina hûkûmeta El Nusra ye. Dema hûkûmeta El Nusra hat pejirandin an jî çavê xwe jê re girtin, bi vî rêkê bi şiklek xwezayî El Nusra bibe rêxistineke meşrû û bin vê navê meşrûîyetê de hemû karê xwe yê nemirovî û qirêj bidin meşandin.

Weke tê zanîn herêmên dagirkirî ji xwe bin îdareya dewleta dagirker ya Tirkan de ye, weke nûnerê xwe kî bîne deyne ser îdare ji bo gelên bindest pir ferqa wê nîne. Ji bo gelan, ya esas demekî zûtir rizgarkirina wan herêman ji bin destê dagirkerane. Dijminê esasî dewleta dagirker ya Tirkan e. wekî din kî xûlamtî ji bo wî bikeferqa wê nîne, ji bo gelên bin dest hemû wek hevdû ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.