Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Li dijî êrişên kîmyewî wê meşeke girseyî li Qamişloyê were lidarxistin

Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke girseyî dikin. Endamê Komîteya Amadekar banga tevlêbûna meşê li hemû pêkhateyên herêmê kir.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Hêzên Parastina Gel (HPG) rojane sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî, mûşek û çekên nukleerî yên taktîkî li dijî tunel û xendekên şer  belge dikin.

Di encama êrişên kîmyewî de 17 gerîla di mehên Îlon û Cotmeha borî de şehîd bûn.

Li gelemperiya Kurdistanê û derveyî welat bertekên li dijî van êrişan zêde dibin û wekî êrişên qirkirinê li dijî Kurdan tên binavkirin.

Ji bo şermezarkirina van êrişan şêniyên herêma Cizîrê amadekariyê meşeke girseyî dikin ku dê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Meş wê di bin dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” were lidarxistin. ANHA