Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên gel li Rojhilat û Îranê didomin

09/11/2022
in NÛÇE
A A
Xwepêşandanên gel li Rojhilat û Îranê didomin

A demonstrator raises his arms and makes the victory sign during a protest for Mahsa Amini, a woman who died after being arrested by the Islamic republic's "morality police", in Tehran on September 19, 2022. - Fresh protests broke out on September 19 in Iran over the death of a young woman who had been arrested by the "morality police" that enforces a strict dress code, local media reported. Public anger has grown since authorities on Friday announced the death of Mahsa Amini, 22, in a hospital after three days in a coma, following her arrest by Tehran's morality police during a visit to the capital on September 13. (Photo by AFP)

Share on FacebookShare on Twitter

Serhildanên gel yên li Rojhilatê Kurdistan û Îran bê navber dewam dikin, Roj bi roj serhildan firehtir dibin û hejmara welatiyên li ser destê rêjîma Îranê tên qetilikirin, desteserkirin û girtin zêde dibin.

Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li tevayiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê agirê serhildanê vêket û ev serhildan heta roja îro jî bi awayekî berfireh dewam dikin. Rêjîma Îranê jî li hemberî xwepêşandanên gel xwe negire û li dijî xwepêşandanan   kuştin, şidet û binçavkirinê dik. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi daxwaza azadî û jiyanê dest pê kir gihişteiye asteke nû û li her derê Îranê û Rojhilatê Kurdistan belav bûye.

Di xwepêşandanan de niha xwendekar roleke sereke dilîzin, xwedekarên zanîgeha Êrşadî ya li Tehranê  û xwendekaran li Merîwanê jî bi çalakiyên cûda nerazîbûnên xwe li dijî kiryarên rêjîma Îarnê nîşan dan. Herwiha welatiyên Merîwanê deriyên dikanên xwe girtin û agir dadan û bi seknekê nerazîbûna xwe ya li hemberî rêjîma Îranê nîşan dan.

Merasîma veşartina cenazeyê welatiyê bi navê  Îrfan Zemanî veguherî xwepêşanadekê li dijî rêjîma Îranê û hêzên rejîma Îranê ji bo ku xwepêşandanê mbi dawî bikin bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kirin.

Herwiha li bajarê Bokanê gel daket qadan, agir dadan û riya hatû û çûnê ya sereke qut kirin. Li aliyê din li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan li dar ketin û welatî daketin kolanan û agir dadan, Li dijî rejîma Îranê silogan avêtin.Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Koma Mucahîdên Gel ya mixalif  diyar kir xwepêşandan li 216 bajaran belav bûne û derdora 530 kes hatine qetilkirin. Herwiha navê 358 kesên hatine qetilkirin, eşkere kir.

Hêjayî gotinê ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatlê Kurdistanê, rejîma Îranê bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girtine. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan jî hene. Li gorî rêxistina Mafê Mirovan Rêjîma Îranê rojanê cezayê darvekirinê li xwepêşanderên ku ji aliyê wê hatine girtin, dibre.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.