Rojnameya Ronahî

`Têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê berhema Şoreşa Rojava ye`

Rojbîn Zagros/Qamişlo

Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şaha Xelîl da zanîn ku têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê berhema Şoreşa Rojava ye û got, Weke jinên Rojava em ê bi hêrs û hestên xwe piştgirî û destekê bidin serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê.

Piştî kuştina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên bi pêşengiya jinan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, Azadî’ dest pê kirin. Ev demek dirêje ku xwepêşandan li Îran û Kurdistanê berdewam in. Her ku diçe xwepşandan belav dibin û têkoşîna jinan xurtir dibe. Ji bo wê jî serhildan bi pêşdikeve û ber bi rizgariyê ve diçe. Jin bi rêya vê serhildanê û têkoşîna xwe ya domdar, wê serkeftinê bi dest bixin.

Ji ber ku jinên Rojavayê Kurdistanê bûn mînaka tevayiya Cîhanê, her kes hêza xwe ji wan digre. Li EvGanistanê jî jinan diyar kirin ku hêza xwe ji jinên Rojava girtine, niha jî Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê vîna têkoşîna xwe ji şoreşa jinan ya li Rojava digirin û dixwazin xwe birêxistin bikin, da ku karibin xwe û hêza xwe tê de îfade bikin.

Derbarê serhildana jinan li Rojhillatê Kurduistanê û Îranê, herwiha têkoşîna jinan li wir, Berdevka Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şaha Xelîl ji me re axivî.

`Di bin navê islamê de jin tên qetilkirin`

Şeha xelîl da zanîn ku sîstema dewleta Îranê zihniyeta paşverû li ser jinan dide meşandin û axaftina xwe wiha domand: Rejima Îranê di bin navê islamê de zilm, tundî, êş û îşkence li ser jinan dide kirin. Bi hincet û di bin navên ol de, jin tên qetilkirin û tundî li ser wan tên kirin. Herwiha ji bo astengkirina rola jinan û bêparhiştina wan ji mafên wan, qanûnên giran danîne.”

`Bêdengiya wan hêza jinê naşkîne`

Şeha got, tevî ku ewqas işkenceya li ser jinên Îranê dihat kirin, dinya tev bêdeng bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha jî cîhan li ser vê yekê bêdenge. Tevî ku niha jî jin li dijî rejîmê xwepêşandan û serhildan dane destpêkirin, lê ti kes têkoşîna van jinan nade diyarkirin. Lewra naxwazin jin bibe xwedî hêz. Ji ber ku baş dizanin ku hêza jinê wê gelek tişt bi xwe re biguherîne. Ji bo wê jî bêdeng dimînin. Lê bêdengiya wan hêza jinê naşkîne wê jin bi riya têkoşînê xwe bidin xuyakirin.”

`Têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê berhema şoreşa rojava ye`

Şeha diyar kir ku şoreşa Rojava berhemê jinên tevgera azadiyê bû û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Niha bi keda jinên rojava û hêza wan ya mezin jinên rojhilat rabûne ser piyan û li kolanan daxwaza mafê xwe dikin. Ji bo wê jî têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê berhema şoreşa rojava ye. Herwiha jinan bi dirûşma `Jin Jiyana Azadî` xwe îsbat kirin û hêza xwe diyar kirin.”

`Pêwîstî bi artêşbûyîna jinê heye`

Şeha destnîşan kir ku pêwîstî bi artêşbûyîna jinê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevgera jinê bibe tevgereke Cîhanî. Lewra dirûşma `Jin Jiyana Azadî` bû dirûşmeyeke Cîhanî. Ji bo wê jî pêwîste Jin li ser asta Cîhanî xwe birêxistin bike û artêşa xwe xurtir bike. Wek jinên Rojava jî em bi hêrs û hestê xwe piştgirî û destek bidin artêşbûyîna jinê li tevayiya cîhanê. Herwiha emê piştgiriyê bidin şoreşa Rojhilat.”

`Emê li beramberî êrişan artêşa xwe xurttir bikin`

Şeha got, piştî ku şoreşa Rohilat dest pê kir êrişên ser jinê zêdetir bûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo ku şoreşa rojava û rojhilat di şexsê jinê de bişkîne, êrişên xwe yên ser jinên kurd zêde kiriye. Lê em dibêjin; çiqas êriş hebin jî li beramberî wê emê hê zêdetir li ber xwe bidin û artêşa xwe xurttir bikin. Herwiha emê li ser asta Cîhanî jî xwe bi hêztir bikin.”