Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê tilîliyan û tola keziyan

06/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Beriya niha, gelek hevalên me yên rojnamevan agahiyên şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji gerîlayên HPG û YJA Starê wergirtin. Geşedenên vî şerî me ji wan dibihîst. Lê Ajansa Mezopatamya tiştek cuda kir û bi cerdevanekî re hevpeyvînek çêkir. Cerdevan navê xwe nedabû. Di sala 2021 û 2022’an de di êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînan de cîh girtiye. Li dijî Gerîlayên Kurdistan şer kiriye. Ji ber ku birîndar bûye li derveyî şer maye. Piştî birîndariyê dewlet pêre eleqedar nebûye. Li dijî dewletê pirr bi hêrs bûye. Di beşekî axaftina xwe de wiha digot: “Esker herî zêde ji gerîlayên YJA Starê ango ji gerîlayên Jin ditirsiyan. Ji dengê tilîliyên wan ditirsiyan. Du tilîliyên wan hebûn. Di yekî de me digot aha wa dîsa hatin, a duduyan de jî me digot ev dengê biserketinê ye, wa encam girtine û diçin. Me digot anha li du xwe cenazeyê hevalên me hiştine. Herî zêde esker ji vî dengî ditirsiyan”

Me ev deng li herêma Rojavayê Kurdistanê jî bihîst. Me dît ku şervanên YPJ’ê dema li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar dixistin, bi tilîliyan çete har dikirin. Tirsa wan ya herî mezin ev deng bû.

Şervanên jin herî dawî bi van ‘Tilîliyan’ li Dêrazorê dawî li desthilata DAIŞ’ê anîn. Bi van tilîliyan mirovahî  ji belayeke wek DAIŞ’ê rizgar kirin.

Her çiqas hin kes ji vî dengî bitirse jî, hin kesên ku ji vî dengî hezdikirin jî hebû. Bi taybet li kolanên Ewrûpa, li meş û mitîngan li her qadên jiyanê tillîliyên jinan wek sembola  berxwedanê tê pênasekirin. Anha wa li herêma Rojhilatê Kurdistan û li Îranê di serhildana jinan de ev dengê tilîliyan li kêleka dirûşma Jin Jiyan Azadî bilind dibe. Ji deverên wiha dema ev deng bilind dibû, kê dibihîst ber bi vî dengî ve diçûn.

Di şerê van 2 salên dawî de, dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, di berxwedana dîrokî de me gerîlayên jin careke din dîtin.

Li her deverên şer de ew jî li pêşiya gerîlayên HPG’ê li dijî dijmin şer dikirin. Bê tirs bûn. Bi taybet di şerê tunêlan de bûbûn xwedî azmûneke mezin. Di van tunêlan de bi tilîliyan bersiv didan gaz û çekên kîmyewî yên dijmin.

Roj hat şer dirêj bû. Gerîlayên YJA Starê di tunêlên şer de bi mehan şer dikirin. Artêşa dewleta dagirker, dema ku li hember berxwedana gerîla  bi ser neket, dema ku her diçû dengê tilîliyan zêde dibû, rabûn gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîn.  Roj bi roj jî bikaranîna kîmyasalê zêde kirin. Ev yek bi dîmen û belgeyan hat îspatkirin. Li hember vê hovîtiyê berxwedana gerîla ya bi mehan dewam dikir.

Dema ku wan bombe û gaz bi hev re diavêtin tunêlan, li hundir dumanek belav dibû. Di vê dumanê de ax û gaza kîmyewî  herî zêde bandor li ser pore gerîlayên jin dikir. Herrî û toza kîmyewî di porê wan de dibû sedema derketina sipiyan. Derfetên paqijiyê, şûştinê tune bû. Av hatibû jehrîkirin û bi tenê ji bo vexarinê hinek hatibû stoq kirin. Li çareseriyek geriyan û biryara kurtkirina pore xwe dan.

Roja porê wan hat jêkirin xemgin bûn. Lê hevalên wan gerîlayên HPG’ê sozek dan wan ku wê tola porê wan jî hilînin. Di van rojan de dîmenên ku di Gerîla Tv de têne parvekirin, didin xuyakirin ku her roj tola porê wan gerîlayan bi dengê tilîliyan tê girtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.