Rojnameya Ronahî

Konferansa 2`yan ya Meclisa Perwerdeya Jin li Hesekê hat lidarxistin  

Rojbîn Zagros/Hesekê

Bi dirûşma `Bi Perwerdeya Zanista Jina Azad, Em ê Ronesansa Civaka Demokratîk Pêş Bixin` Meclisa Perwerdeya Jin ya Kongireya Star konferansa xwe ya duduyan li bajarê Hesekê li dar xist.

li ser bingehê pergala Neteweya Demkratîk, Meclîsa Perwerdeya Jin Kar û xebatên perwerdeyê bi pêş dixe, herwiha jinê di nava civakê de bi rêxistin dike û hewl dide bi rêya berwerdeyê asta têkoşîna jinan xurttir bike.

Meclisa Perwerdeya Jin ya Kongra Star her du salan koferansa xwe li dar dixe. Di sala 2020`an de konferansa wê ya yekê hat lidarxistin. Niha jî bi dirûşma `Bi Perwerdeya Zanista Jina azad, Em ê Ronesansa Civaka Demokratîk Pêş Bixin` 4`ê vê mehê Konferansa wê ya 2`yan hat lidarxistin.

Konferans li Hola Serdem ya hunerê li bajarê Hesekê, bi beşdarbûna 300 delegeyên ji endam û rêveberên Komîteyên Perwerdê, KPC, Hêza Cewherî, MSD, Partiya Sûriya Pêşerojê, Akademiya Jineolojî, Akademiyên Civaka Demokratîk, YPJ, Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl, Meclîsa Perwerdeya Jin ya Kongra Star, hat lidarxistin.

Meclîsa Perwerdeya Jin bi armanca guhartin û veguhartina hişmendiyê û avakirina civaka exlaqî û polîtîk ya li ser bingehê pergala Neteweya Demokratîk kar û xebatên xwe dimeşîne. Di koordînasyona wê de, 27 kesan cih digrin, bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 5 akademiyên navendî xwe birêxistin kiriye, herwiha di van du salan de 7 hezar û 636 semîneran, 155 dewreyên akademiyan birêxistin kir û 10 komxebatên li ser perwerdê li dar xistiye.

Konferasa 4`ê vê mehê, bi deqeyek rêzgirtinê û axaftineke vekirinê destpêkir û dê sê rojan dewam bike. Tê de nirxandinên girîng yên li ser kar û xebatên ku di du salan de dane meşandin, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê têkoşîna jinê û rastiya wê de, rêxistinkirina jinê di nava civakê de û rola wê di şoreşa Rojava de, dê bên kirin.

Derbarê lidarxistina konveransê, li ser navê Meclisa Perwerdeya Jin ya Kongra Star Medya Mihemed axivî û diyar kir ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destanên dîrokî tên nivîsandin. Herwiha got, ji ber her kes hebûna xwe di vê felsefeyê de dibîne di asta gerdûnî de lê xwedî derdikeve.

`Em ê bi rêya perwerdeyê tevayiya pirsgirêkên heyî çareser bikin`

Medya Mihemed bal kişand ser şêweyê perwerdê ya mêrdewletê ku hişmendiya xwe ya desthilatê bi riya perwerdeyên xwe li ser jinan û civakê ferz dike û axaftina xwe wiha domand: “Hêzên desthilatdar di nav civakê de aloziyan çêdikin û hewl didin fikrekî xirab ava bikin. Ji bo wê jî em dikarin bi riya perwerdê û li ser bingehê zanista jin tevayiya pirsgirêkên heyî çareser bikin û civak hişiyar bikin, da ku vegerin cewherên xwe.”

Medya Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, bi têkoşîn û zanista jinê, dê hemû alozî werin çareserkirin û guhertinên baş werin çêkirin.