Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişên kîmyawî yên dagirkeriya Tirk berdewam in

30/10/2022
in NÛÇE
A A
Êrişên kîmyawî yên dagirkeriya Tirk berdewam in
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG`ê ragehand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 2 dagirker hatin cezakirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku lihemberî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye, bi çekên kîmyewî êrîş dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragehand ku di encama çalakiyên hêzên wan  de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Herwiha da xuyakirin ku artêşa Tirk ya dagirker  gelek caran qadên gerîla bi çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî toparan kiriye.

HPG`ê da xuyakirin ku  di 27’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Herwiha  di 27’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

HPG`ê ragehand ku ji 27’ê Cotmehê saet 06:00 heta bi 28’ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz bênavber bi çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombekirin. Dagirkeran dûyê bi jehr bi aspîratorê şand nava çeperên şer. Herwiha ji 27’ê Cotmehê ji saet 14:30 heta 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

HPG`ê da zanîn ku di 27’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan 6 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. Di heman demê de li gel bombardûmanê gazên kîmyewî jî hatin bikaranîn. HPG`ê diyar kir ku di 27’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên li Şehîd Xursî bi bombeyên qedexekirî 2 caran hatin bombekirin. 27’ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Agir 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. 26’ê Cotmehê zeviyên gundê Şêlazê yê herêma Metînayê û derdora Ava Zê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

HPG`ê da xuyakirin ku di 27’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. 27’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.26 û 27’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.