Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê berfirehtir dibin

25/10/2022
in NÛÇE
A A
Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê berfirehtir dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Serhildanên gel yên ku li dijî rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistan û  tevayiya Îranê belav bûne, roj bi roj firehtir dibin û êdî xwendekar pêşngtiyê dikin.

Li gor agahiyên hatîn bi destxistin, li bajarên Merîwan, Sine, Seqiz, Kirmanşan, Bane, Mehabad, Şîraz, Tehran û li gelek bajaran xwendekar neçûn dibistanê. Di heman demê de Sendîkaya Mamosteyan banga grevê li mamosteyan kiribû. Hatibû xwestin ku bila mamoste biçin dibistanê lê nekevin dersan. Herwiha bang li malbatan jî hatibû kirin ku bila malbat zarokên xwe neşînin dibistanê. Mamoste çûn dibistanê lê, neketin dersan. Di 23’ê Cotmehê de mamosteyan tevî xwendekaran li gelek bajaran, çalakiya rûniştinê li dar xistin û banga rejîmê kirin ku mamoste û xwendekarên girtî werin berdan.

Li Tehranê li Zanîngeha Şerîfê di navbera hêzên Basîc û xwepêşandaran alozî çêbû. Hêzên Basîcê deriyê xwarinxaneya zanîngehê girtibûn, xwendekaran bariyerên hêzên Basîcê derbas kirin û ketin xwarinxaneyê. Herwiha li Zanîngeha Razî ya Kirmanşanê, Zanîngeha Zanistanên Tipê ya Zahîdanê, Zanîngeha Zanistên Civakî ya Tehranê, Zanîngeha Şerîf, Zanîngeha Emîr Kebîr, Zanîngeha Tehranê, Zanîngeha Meşhed Fîrdewsî, Zanîngea Îsfahanê û  li gelek zanîngehên Îranê, xwendekaran rejîma Îranê protesto kirin.

Li Merîwan, Ciwanro û Seqizê mamosteyan mesaî boykot kirin. Qetilkirin û girtina mamoste û xwendekaran şermezar kirin.

Li Sinê jî hêzên Îranê gule li xwendekarên jin reşand. Li herêmên cihê yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwendekarên amadekariyê, di nava dibistan û derveyî wê tevlî protestoyan dibin.

Di şeva 23 Cotmehê de li herêmên Sine, Diwander, Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê û li herêmên eyaletên Bender Abbas û Mazandaranê xwepêşandanên protestoyê hatin lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.