Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​HPG: 14 dagirker hatin cezakirin

25/10/2022
in NÛÇE
A A
​​​​​​​HPG: 14 dagirker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş), gerîlayan çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 2 helîkopterên Skorsky hatin derbekirin.

Derbarê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

HPG`ê diyar kir ku tîmên wê yê bitevger ji bo bîranîna salvegera çalakiya dîrokî ya sembola artêşbûna wan ya jinê, fermandara nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî lidar xistin û di encamê de 14 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Herwiha derb li 2 helîkopterên Skorsky û çeperekê hate xistin.

HPG`ê diyar kir ku di 21’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên wan yên bi tevger xwe berdan nava dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir û ji nêz ve lê dan.Di encamê de 8 dagirker ceza kirin. Herwiha di 22’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên wan yên bi tevger derb li çepereke dagirkeran xistin.

HPG`ê da xuyakirin ku di 23’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên wan li dagirkeran xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. HPG`ê ragehand ku di 23’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên wan çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin, yek jî birîndar bû. HPG`ê da zanîn ku di 23’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên wan bi çekên giran li dagirkeran xistin û encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

HPG`ê ragehand ku di 23’ê Cotmehê bi şev li Qada Berxwedanê ya Sacayê helîkopteran xwestin hêzên xwe li qadê deynin, tîmên wan yên bi tevger lê dan. 2 helîkopterên Skorsky yên derb ji hêzên me xwarin bêyî ku karibin hêzên xwe li qadê deynin neçar man ji herêmê biçin.

HPG`ê da xuyakirin ku di 23’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên Şehîd Yûnûs, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ên li Şehîd Botan û Şehîd Bahoz, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.