Rojnameya Ronahî

`3 yemîn festîvala Amara wê bibe serkeftina Şoreşa Çandî û Fikrî`

Zana Roj/Şehba

Bi dirûşmeya `Bi Pêşketina Şoreşa Çandî û Îdeolojî Werin Cenga Azadiyê` Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herîma Efrînê, ji bo lidarxistina 3 yemîn Festîvala Amara li herêma Şhbayê amadekariyan dikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Efrînê amadekaiya lidarxistina 3 yemîn festîvala Amara dikin, ji bo pêşxistina Şoreşa çandî û fikirî û pêk anîna stratejiya Şerê gelê şoreşgerî yekemîn û duyemîn festîfala Amara hatin lidarxistin, bi wê armancê wê 3 yemîn festîval jî were domandin.

festîval wê di dîroka 27 ê cotmehê li navçeya Ehdas were destpêkirin û wê 4 rojan berdwam bike, 3 roj hunerî û filiklorî û roja dawiyê wê spor were pêşkêş kirin.

Têkildarî amadekariyên festîvala Amara hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê û berpirsê Komîteya Amedekar Mihemed Wês ji me re axivî.

`Armanc me geşkirina paradîgmeya Neteweya Demokratîk e`

Mihemed diyar kir ku armanca ji vê festîvalê geşkirina rêngê paradîgmeya Neteweya Demokratîk e û wiha got: “Armanca me ji lidarxistina festîvaleke bi vî awayî, ew e ku em gelê herêmê bi her du pêkhateyên xwe Kurd û Ereb ji hev du nêz bikin, bi riya cudabûn û zengînbûna filiklor û huner re rengê paradîgmeya Neteweya Demokratîk bidin geşkirin”

Çima Amara ?

Mihemed  balkişand ser sedema hilbijartina navê (Amara) ji bo festîvalê û wiha dirêjî da axaftina xwe : ”festîvala li ser esasê paradîgmaya Netewa Demokratîk û felsefeya Rêber Ocalan hatiye birêxstinkirin, Amara jêdara ku mêrxwaz û feylesofê demê jê derketiye, Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest û ji bo biserxistina doza azadiya Kurdistanê, di girtîgeha Îmraliyê de têkoşîna herî mezin dide meşandin, li ser vê bingehê me ev nav hilbijart”.

3 yemîn Festîvala Amara li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê tê amede kirin

Mihemed têkildarî çalakiyên ku wê di 3 yemîn festîvala Amara de werin kirin,wiha got: “Amara 1`emîn li ser asta kantona Şehbayê bû, Amara 2`yemîn li ser asta kantona Efrînê hat çêkirin ,3`yemîn festîvala Amara wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê bê lidarxistin, wê guhartin û  rengên balkêş tê de werin dîtin, her wiha giropên ji derveyî herêmê jî wê beşdar bibin, wek giropa stranên Erebî ji Reqa û giropa guvendê a Çerkes wê tevlî festîvalê bibin, di heman demê de wê giropên guvend, stran, şano, helbest ji her du pêkhateyan festîvalê bixemilînin”.

Armanca ji roja soprê ?

Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê û berpirsê Komîteya Amedekar Mihemed Wês da zanîn ku spor û ciwan bingeha civaka ne û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku spor û ciwan bingeha civakan e û yên herî zêde ji aliyê kapîtalîzmê ve tên hedefgirtin, li ser vê esasê ji bo em bikaribin exlaqê sporê ya rast derxînin pêş û bi hemû pêkhateyan bi çanda Netewa Demokratîk ve bidin girêdan, me roja dawî ji festîvalê wekî roja sporê nîşan kir ”.