Rojnameya Ronahî

Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî

Navenda nûçeyan

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dîmenekî nû gihîşt ajansa ANFê, ku bikaranîna bombeyên qedexekirî nîşan dide.

Dîmenên nû yên gihîştin ajansa ANFê, bi rengekî eşkere rastiya bombardûmana bi çekên kîmyewî ya bi rojan raxist pêş çavan.

Dîmen li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê hatiye kişandin. Artêşa Tirk ji 4’ê Tîrmehê û vir ve hewl dide li vê qadê serwer bibe. Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ew cih e ku hêzên PDK’ê di 27’ê Tebaxê de rê çêkir û tevî artêşa Tirk êrîşî gerîla kir. Berxwedana gerîla jî hîn dewam dike. Dewleta Tirk û PDK ku dikin nakin nikarin berxwedana gerîla bişikînin, bi hev re li dijî gerîla bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tînin.