Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM: Rejîma Îranê hewl dide tolê ji îradeya gelan hilîne

18/10/2022
in NÛÇE
A A
TEV-DEM: Rejîma Îranê hewl dide tolê ji îradeya gelan hilîne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

TEV-DEMʹê derxistina şewatê ya li Girtîgeha Evîn a Tehranê şermezar kir û got, divê rêxistinên hiqûqî , yên jinan, rêxistinên civaka sivîl, hêzên demokratîk û siyasî destek û piştgiriyê bidin îradeya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê  şewata li Girtîgeha Evîn a li bakurê paytexta Îran Tehranê şermezar kir û banga xwedîderketina li serhildana li Rojhilatê Kurdisatnê û Îranê kir.

TEV-DEMʹê da xuyakirin ku li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla xwepêşandan û çalakiyan berfireh dibe û bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya (Jin, Jiyan Azadî) ev xwepêşandan veguherîn şoreşa civakî, demokratîk û exlaqî ya nûjen.

TEV-DEM`ê diyar kir ku rêjîma Îranê ji bo rawestandina têkoşîna şoreşgerî ya bi pêşeniya jinan bêçare ma ye û got: “Jin bûye sembola îradeya azad û pîroz û asta bandoriya wê ya mirovî li herêmê û cîhanê, nemaze li tevger û rêxistinên jin û ciwanan belav bû.”

TEV-DEM`ê balkişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan û got: “Ruxmî hemû hewldan û rêbazên tepisandinê û bikaranîna guleyan, ruxmî ku artêş û hêzên ewlehî yên rejîma molla li kolanên bajaran belav bûn da ku careke din serweriya xwe li dijî nirx û exlaqên gel û pêkhateyên hevgirtî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ferz bike lê bi bin ket, ji ber ku rejîmê xeta tundiya plankirî hilbijart û sûcên zêdetir li ser jin û zarokan pêk anîn da ku îradeya wan bişkîne.”

TEV-DEM`ê da xuyakirin ku rejîma Îranê hewl dide tolê ji îradeya gelan hilîne û wiha got: “Li şûna ku diyalogên civakî yên demokratîk ji bo dîtina çareseriyên bingehîn û aştiyane yên guncaw ava bike, lê dîktatoriyê nîjadperest a rejîma molla şoreşa azadî û edaleta civakî tehemul nake, ji ber vê yekê agir berda girtîgeha Evîn, di encamê de bi dehan girtiyên siyasî hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn.”

TEV-DEM`ê da zaînîn ku şewata  zindana Evîn sûcek li dijî mirovahî û li dijî îradeya gelan û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî û yên jinan û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk û siyasî yên li herêmê kir ku destek û piştgiriyê bidin îradeya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û zext li rêjîma Îranê bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.