Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KODAR’ê: Ji bo rûmet û jiyana girtiyan biherikin qadan

18/10/2022
in NÛÇE
A A
KODAR’ê: Ji bo rûmet û jiyana girtiyan biherikin qadan
Share on FacebookShare on Twitter

 

Komîteya Girtiya a KODAR’ê derbarê êrişa hêzên Îranê ya ser girtîgeha Evînê hişiyarî da û got, rejîma Îranê ji jiyana Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî berpirse, li hemberî van kiryaran divê gel dakeve qadan

 

Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), têkildarî êrîşa hêzên Îranê ya li ser Girtîgeha Evînê hişyarî da û bang li gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku biherikin qadan.

KODAR’ê diyar kir ku li gel êrîş û şewata mezin a hêzên rejîma Îranê ya li ser Girtîgeha Evînê, gule li girtiyan barandin, bi qasî bûyereke trajîk, ji ber qedexeya medyaya rejîmê û kêmaniyên heyî têkildarî asta bûyerê agahiyên zelal nehatine girtin û got: “Êrîşên serkutkirinê yên şeva bihurî û bi zanebûn qetilkirina girtiyan a li Girtîgeha Evînê li dijî hemû gelan û lêgerînerên azadiyê bûye navenda serdegirtin û zilmê.”

KODAR’ê da xuyakirin ku rejîm ji bo girtiyên siyasî, aktivîstên sivîl ên girtî bitepisînin û serkut bikin, vekirî serî li rêbaza avakirina kaos û seneryoyan daye û wiha domand: “Piştî xwepêşandanên 28 roj in li pey xwe hişt, bi hezaran ciwanên hezkiriyên azadiyê hatin girtin û şandin girtîgehê, bê şik û guman rejîmê li hember van ketiye pey seneryoyên xeternak. Rejîm divê baş zanibe bi van seneryoyên zextê wê nikare pêşiya serhildanên gel bigire. 43 sal in, girtîgeh li dijî rejîma zextê, bûye navendên lêgerîna berxwedan û azadiyê. Seneryoya rejîmê ya şeva bihurî, tê wateya dewama qetlîama girtiyên siyasî ya sala 1988’an. Divê gelê bi xîret û serhildêr ê Îranê baş zanibe ku ev bi van cûre kiryarên tirsê û terorê dixwaze serhildanê bitepisîne.”

KODAR’ê da zanîn ku bûyerên li Girtîgeha Evîn a Tehranê li dijî hemû girtiyên jin-mêr û dîsa aktivîstên siyasî yên li girtîgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye û wiha daxuyaniya xwe qedand: “Ji ber kiryarên komployî û zextên li ser girtiyan em hişyarî didin. Rejîma Îranê di serî de ji jiyana Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî berpirs dibînin. Ji bo wê di serî de bang li hemû gelê Kurd gelê hezkiriyên azadiyê yên Îranê dikin ku ji bo parastina rûmet û jiyana girtiyên siyasî, dîsa parastina destketiyê serhildana 28 roj in li dû xwe hiştiye, biherikin hemû qadan. Yekîtiya gelan dikare hewldanên kuştina hêzên muxalîf û girtiyan pûç bike.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.