Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo Kargeheke Oksicînê hat vekirin

11/10/2022
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo Kargeheke Oksicînê hat vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Desteya Tenduristiya ya Kantona Qamişlo, ji ber kêmbûna Oksicînê, li bajarê Qamişlo Kargeheke Oksicînê, vekir.

Îro li bajarê Qamişlo 11/10/2022 di seatên sibehê de, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo, li navenda Jiyan ya Kovîd 19, Kargha Oksicînê vekir. Piştî xuleyek bê deng li ser giyanê şehîda, ji aliyê Desteya Tenduristiyê, Heyva Sor ya Kurd, Saziya Malatê Şehda, Meclisa Bicîkirinê ya Kantona Qamişlo û saziyên wê, Kargeha Oksicînê hat vekirin.

Rêveberê Desteya Tenduristiyê bijîşk Xalid Dawûd li ser armanca vekirina kargehê ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku, ji ber kêmbûna Oksicînê li navendên tenduristiyê, pêwîstiya wan bi vekirina Kargeha Oksicînê hebû. Herwiha Berdevka Meclisa Bicîkrinê Ahîn Siwîd jî, vekirina kargehê wek gaveke pîroz pênase kir û li gel pîroz kir.

`Vekirina Kargeha Oksicînê wê bibe çareserkirina gelek pirzgirêkan`  

Bijîşk Xalid Dawûd axaftina xwe wiha domand: “kargehên me yê Oksicînê hene, lê di dema belavkirina nexweşiya Korona, me gelek zehmetî di aliyê peydakirina Oksicînê de dikşand. Lewra her du kargehên me yê li bajarê Dêrik û Hesekê, rojê 35 şûşê tenê, derdixistin. Ji bo wê jî me pêwîstî bi vekirina kargehê dît. Kargeha bi alîkariya saziyên Emerîkî ku bi 264 hezar û 660 dolar, wê rojê 300 şûşeyî derbixîne.”

Herî dawî bijîşk Xalid Dawûd got, şûşê Oksicînê heta mehek û nêvekê wê bê pere be. Pişt re wê ji bo navendên tendurisiyê yên giştî bê pere be, ji bo navnd û nexweşxaniyên taybet jî wê bi pereyên kêm be.

`Gaveke pîroze`

Herwiha Berdevka Meclisa Bicîkirinê ya Kantona Qamişlo Ahîn Siwêd jî wiha got: “Di rewşeke wiha da ku gelek navendên tenduristiyê li ser destê çeteyan xira bûne, vekirina kargeheke bi vî rengî wê gelek pirsgirêkên tenduristiyê werin çareserkirin.”

Ahîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de vekirin Kargeha Oksicînê ya Navenda Kovîd 19 li desteya tenduristiya û gelê herêmê pîroz kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.