Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komploya 9’ê Cotmehê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezarkirin

10/10/2022
in NÛÇE
A A
Komploya 9’ê Cotmehê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan ku beriya 24 salan dest pê kiriye, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

 

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Bakur û rojhilatê Sûriyê û li hemû deverên cîhanê gel daketin qadan.

Welatiyên bajarê Qamişlo li Çerxerêya Sonî kom bûn û xwepêşandanek bi diruşma “Hemû şêweyên îxanet û komployan têk bibin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin” li dar xist û piştre şênî ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve ketin rê. Xwepêşandêran wêneyên Rêber Ocalan rakirin û dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û “Bê serok jiyan nabe, bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.

Herwiha bi hezaran welatiyên kantona Hesekê bi meşeke girseyê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan  şermezar kir. Meş ji çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a heman taxê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê bi meşeke girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Herwiha bi hezaran welatiyên  kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê, xwepêşdanan kir. Xwepêşdanê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir, heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.

Bi hezaran şêniyên Şehba û koçberên Efrînê bi meşekê komploya navneteweyî ya 9ʹê Cotmeh’ê  şermezar kirin. Meş ji navçeya Ehdasê dest pê kir û li gundê Marata yê Ehdasê rawestiya.

Herwiha bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyyên Helebê, bi dirûşma ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, meşeke girseyî li dar xist. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û qada Cebanat rawestiya û veguherî mitingê.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi hezaran welatiyên Reqayê ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê ber bi Qada Agirkujiyê ya naverasta bajar ve meşiyan. Welatî di meşê de bênavber diruşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Li bajarê Tebqayê jî bi hezan kes li dijî komploya navneteweyî meşiyan. Meş ji taxa yekemîn “Ewel” ber bi navenda Çand û Hunerê ve destpê kir.

Li gundewarên rojava yê Dêrazorê, bi sedan welatî û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandana şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bûn. Xwepêşandan ji Çerxeriya Kesre ber bi Meclisa Herêma Rojava ve bi rê ketin.

Li gundewarên rojhilat ê Dêrazorê, jî bi sedan welatî, rûspiyên eşîran û nûnerên meclisên herêmê, saziyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêş Nexweşxaneya Giştî ya Hecînî ber bi  avahiya Meclisa Herêma Rojhilata ve dest pê kir. Meş li ber avahiya Meclisa Herêma Rojhilat rawestiya.

Hejayî gotinê ye ku li her deverê cîhanê jî, li hember komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, bi meşên pir girseyî hatin li darxistin û banga azadiya fizîkî ya Rêber Ocelan hat kirin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.