Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo Komploya li dijî Rêber Abdullah Oalan hat şermezarkirin

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Bi durişma `Hemû Rengên Îxanetê û Komploya Têk bibin, Rêber Apo Fizîkî Azad bikin` îro di saetên sibehê de şêniyên bajarê Qamişlo, bi daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xistin.

Meş ji çerxereya Sonî heta navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo dewam kir. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi bilindkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silogana `Bê Serok Jiyan Nabe` derketin kolanan û komploya li dijî Rêber Apo ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat kirin, şermezar kirin.

`Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e`

Piştî deqeyeke rêzgirtin ya li ser giyanê şehîdan, hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif, bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta tirkî ya li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Hemû serhildan û şoreşên ku çêdibûn bi girtina serokê wê, dihat tinekirin. Lê şoreşa me ya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, rojbiroj bi jiyaneke demokratîk pêş dikeve.  Lewra ramanên Rêbertiyê, hişt ku gelê bindest azad bibe.”

Heriwha Hevserokê Meclisa Rêvebera Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî diyar kir ku, êrişên dewlta tirk ya dagîrker ya li dijî gelê herêmê, berdewamiya komployê ne. Telet axaftina xwe wiha domand: “Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe îro bi ramanê Rêber Apo bi azadî dijîn, lewra gel tiyê azadiyê bûn. Dewleta tirkî ya dagîrker bi tecrîda li ser Rêbertiyê, komploya ku armanca wê bi cî nehat, berdewam dike.”

Talat Yûnis di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bilindkirina têkoşînê ya ji bo azadiya Rêber Abo û wiha got: “Gelên ji bo azadiyê têdikoşin divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xebatên xwe xurtir bikin, lewra azadiya Rêbe Apo azadiya gelan e.”