Rojnameya Ronahî

HPG: 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin

Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel HPG’ê  Ragehand ku  di 7 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.  Herwiha  da xuyakirin ku pergaleke kameraya mobese hatiye  îmhakirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bi daxyaniyekê diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser xeta fedaî ya şehîdên nemir, li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk a dagirker, berxwedaneke dîrokî dikin. HPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan di şertên herî dijwar de şer dikin bêyî teredut diçin ser dagirkeran, derbên giran li dagirkeran dixin.

HPG’ê ragehand ku di 7 çalakiyên hêzên wan de 6 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî hatiye birîndarkirin. Herwiha da zanîn ku di heman demê de pergaleke kameraya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî hatiye îmhakirin.

HPG’ê ragehand ku di 6’ê Cotmehê de saet di 10.00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi sabotajê li wan hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin. Herwiha diyar kir ku di 6’ê Cotmehê de saet di 13.00’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bidin, hêzên wan bi sabotajê li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

HPG’ê da xuyakirin ku di 6’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de tîmên bi tevger pergala kamerayê ya mobeseyê ku li ser wê mayîn hatibû dayîn û li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi awayekî profesyonel îmha kirine.

HPDi 6’ê Cotmehê de dagirkeran dema ku hewl dane li dora çeperên şer ên Şehîd Xursî ya Qada Berxwedanê ya Sacayê pergala kamerayê bi cih bikin, tîmên me yên bi tevger ew xistine kontrolê. Saet di 18.00’an de bi taktîka sûîkastê û bi çekên ferdî li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

HPG’ê diyar kir ku di 6’ê Cotmehê saet di 08:30’î de li Xakurkê, tîmên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş xistin. Herwiha ragehand ku 6’ê Cotmehê saet di 16:00 de li Xakurkê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me her wiha bi çekên giran li dagirkeran xistin ên ku xwestin bi wesayitan dest li qada çalakiyê werdin.