Rojnameya Ronahî

Erdoğan belavkirina xeteriyê didomîne

Zekî Bedran

Faşist Erdoğan li 1`ê Cotmehê axaftina vekirina meclîsêde, careke din dûbare  kir ku, dijminayiya Kurdan û siyaseta şer bidomîne. Bi taybetî gefê xwe li ser rojava domand. Rûxmê siyaseta Erdogan li ser Sûrî hilweşiyan, lê ji ber dijminayiya li hember Kurdan bê sînore, her carê bal dikşîne ser û dev jê bernade. Xeyalê Erdogan li Mizgevta Emewî ya Şam`ê nimêj kirin bû. Ji bo vê êrîşeke hilweşîner ya hember Sûrî`de cîh girt. DAİŞ jî di nav de hemû hêzên çekdar re sînorên xwe vekir. El Kaide û rêxistinên din hemêz kir. Naha jî di cîhanê de bûye parazvanê îxwanciyan û komên din yên çekdaran.

Ji ber rêveberiya Şam`ê ne rûxiya hesabên Erdogan xerabûn. Ket nav Sûrî û herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir, lê di nava heriyêde asê ma. Erdogan dibêje me korîdorê Kurdan belav kir û hêviyê wan ya azadiyê hilweşand, ji ber vê xwe serkeftî dibîne. Ji ber armancê wî yê esasî qirkirina Kurdane, her  carê gotinên xwe biguharîne jî, tê fêm kirin. Di axaftina xwe ya meclîsê de careke din got“şeveke ji nişkave emê werin“.

Eger bê bîra we, Erdogan ji Yûnanîstanê re jî weke rojava gef xwar û got, “Şevekê ji nişkave emê werin.“ Hemû Avrupa, DYA û NATO Tirkiyê hişyar kirin û rexne kirin. Lê, dema ku heman gotin ji bo Kurdan tê gotin bêdeng man. Başûrê Kurdistan bê navber tê bombebaran kirin. Bakûr û rojhilatê Sûrî tim tê topbaran kirin, bi dronan mirov tên kûştin. Heta îro Rusya jî di navde, kesekê helwestek ciddî nîşan nekiriye. Siyaseta bê pîvan û berjewendîparêz ya hêzên navnetevî, dihêle ku Erdogan wiha rehet tevbigere û gefan bixwe.

Erdogan dibêje: ‘PKK, ji bo yekîtiya xaqa Iraq û Sûrî gef e, li Rojhilata Navîn çavkaniya bê îstîqrari ye’. Dixwaze PKK di cîhanêde weke rêxistina herî xeter bide nîşandan, ji bo hîn zêdetir destek  ji navnetevî bigre. Hewl dide, pirsgirêka Kurdan ya dîrokî weke teror binav bike û ji ber çavan bide alî û sûc û qetlîamên xwe heq derbixe.

Ji aliyekî dibêje, ‘me PKK pelçiqand , em bera wan didin’. Aliyê din jî dibêje, ‘cîhan me bi tenê dihêle’ û Iraq’ê û Sûrî dagir dike û komkujiyan dike. Û dibêje van kiryarên min nebînin, min heq bibînin; alîkarî û destek bidin min. Ev jî têrê nakin. Dibêje hûn jî weke min, li Sûrî û Iraq`ê êrîşê Kurdan û PKK bikin, li ser wan ferz dike ku dijminayiya Kurdan bikin. Artêşa duyem ya NATO’yê bikar tine. Ew jî têrê nake, hwil dide ku gelê ereb û dewletên wan bike dijminên Kurdan, hember hev bide qirkirin.

Wiha tê fêmkirin ku, rejîma faşîst ya Erdogan dizane ku nikare Kurdan bi hesanî bin bixîne û di desthilatdarî de temenê wî kêm maye.

Bi salane bi çavreşîyek mezin ev şere domand. Li Sûrî jî, rê li ber hilweşandinek mezin vekir. Piştî ku dît nikare encam bigre, weke ku tiştek nebûye ji rêveberiya Şam`ê re dibêje, ‘were em li hev bikin û Kurdan tine bikin’. Gelo wê çi ji El Nusra û komên çeteyên ku li ser gel dide êrîşkirin, bike? Wê kengî li Sûrî dagîrkeriya xwe bi bi dawî bike? Wê heya kengî pozê xwe bixe nava pirsgirêkên Sûrî yên navxweyî? Weke tê dîtin, di hole de pir pirs û pirsgirêkên mezin û giran hene.

Erdogan siyasetê bi tarzeke ji Hîtlerê xirabtir pêk tîne. Ji Îsraîl`ê re tişta hat ber devê wî got. Heman tarz êrîşê hember Suudî, Îmarat û Misir`ê jî kir. Hewl da, Libya di nava şereke bi xuyn de bigre. Niha jî dibêje werin em li hev bên, dibêje siyaset tişteke wiha ye. Ji NATO û DYA ji ber hîn zêdetir destek negirt, niha jî xwe bi Putîn ve girtiye. Paşroja xwe, desthilata xwe bi şer û aloziyan ve girêdaye. Ji ber ku çavkaniyên aborî yên Tirkiyê xelas kirîne.. Di cîhana derve de jî giranahiya xwe nehîşti ye. Ji ber fêm kirîye ku li hûndir zext li derve siyaseta şer û provakasyonan, wê li ser piyan bimîne. Di rewşa asayîde şansê wî yê siyaset kirin û serkeftina di hilbijartinan de nemaye.

Hember dagirkerî û xwe belavkirina Tirkiyê ya li Iraq`ê, nerazîbûna gelê ereb her roj zêde dibe. Gelên Sûrî jî sucên Tirkiyê dizanin. Heta roja îro nekarîn şerê Kurd û Ereban derxinin. Berovajî wê Kurd û Ereb û gelên din hember dagirkerî, hîn zêdetir tevgerandina hevpar pêş xistin. Gelên Sûrî divê yekîtîyek di çarçoveya welatparêzî de xurtirb ava bikin û li hember dagirkeran û çeteyên girêdayî wan bi biryar û bi îstîqrar bisekinin. Divê Tirkiye êdî midaxaleyê Sûrî neke û divê ji erdê dagîrkirî jî bê derxistin.