Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HRE`yê şehadeta Zanyar Xelîl ragihand

04/10/2022
in NÛÇE
A A
HRE`yê şehadeta Zanyar Xelîl ragihand
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl (Zinar Efrîn) di 2`yê Cotmehê de dema li ser erkê xwe, gihîştiye şehadetê.

 

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de hat diyar kirin ku rêhevalê wan Zanyar Xelil dema li ser erkê xwe di encema qirîza dil de şehît ketiye û got, emê şopdarên rêya şehidê xwe bin û soza me jî wê serkeftina tekoşina azadiyê be

Daxuyaniya HRE ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Rêhevalê me Zinar Efrîn roja 2’yê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.

Rêheval Zinar ji bajarê Efrînê ye ku bi nirxên xwe yên Kurdayetîyê girêdayî ye mezin bûye. Çanda welatparêziyê a malbatê û derdorê wî li ser rêhevalê me Zinar jî bi awayekî berbiçav bandor kiriye. Yek ji berxwedêr û têkoşerê Berxwedana Serdemê a Efrînê rêheval Zinar, çawa ku baya Şoreşa Rojava a ku mirovên dilê wî ji bo azadîyê lê dida bandor kir ew jî ji vê bayê bandor bû. Rêheval Zinar bi ruhê ciwantîyê tev li xebatên şoreşê bû. Di rojên reş û tarî, di demên tengasiyê de xwe neda kêlekê û cihê xwe eniya pêş da girt. Berpirsyartîyên xwe yên li hember gel û erkên neteweyî ên parastina welatê xwe di dem û wextê xwe da pêk anî. Her tim êşa gelê xwe êşa xwe hîs kir û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê hertim amade bû. Lê mixabin dilê wî yê mezin zêde li ber xwe neda.

Her çi qas me bi fîzîkî rêhevalên xwe wenda kiribe jî me wana spartiye dilê xwe û bi ruhê wan ê zindî meşa xwe ya azadîyê bimeşînin. Em wek rêhevalên Zinar û şopdarên lehengên xwe di wê îdia û biryarê de ne ku wê rojekê hemû hevîyên wan pêk bînin. Soza me wê serkeftina me be. Em di serî da sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe re û gelê xwe yê birûmet re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Efrîn

Nav û Paşnav: Zanyar Xelîl

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Ismet

Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Cotmeha 2022.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.