Rojnameya Ronahî

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan: Emê asta têkoşînê bilind bikin

 

Komîteya Jinan ya Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hat pêkanîn,heta vê kêliyê berdewam dike. Herwiha soza şopandina xeta şehîd Rûken û Sara û tevahî şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û serhildana jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

 

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca bingehîn ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e ku nêrîn û têkiliyên wî bi gel re qut bike û got: “Ev 18 meh e der heqê rewşa Rêber Apo de tu nayê nayên girtin û tevahî hewldanên parêzeran ên hevdîtinê têne astengkirin. Em tecrîda domdar a li ser rêber Apo şermezar dikin û bêdengiya hêzên berpirs wekî sûcekî exlaqî û dijmirovî dibînin.”

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan da xuyakirinKomploya 9 Cotmehheta niha dewam dike û wiha got: “Em dikevin meha Cotmehê ku Komploya Navneteweyî li ser rêber Apo hat pêkanîn, em dibînin ku bi pêşxistina tecrîdê û zextên li ser girtiyan ev komplo heta vê kêliyê berdewam dike.”

Komîteyê balkişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  û wiha got: “Piştî qetilkirina Jîna Emînî, rejîma Îranê di kesayeta wê de hewl da îradeya jinan bişikînin, em dibînin ku li erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê serhildanên berfireh rabûne.”

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan da zînîn ku têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevahî azadîxwazên cîhanê cihê rêzdariyê ye û daxuyaniya xwe wiha qedand: “Bi rihê Sara, Rûken û hemû şehîdan em ê asta têkoşînê bilind bikin heta ku rêber Ocalan û civak azad bibin.”