Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana li Îran û rojhilatê Kurdistanê didome

01/10/2022
in NÛÇE
A A
Berxwedana li Îran û rojhilatê Kurdistanê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Li Rojhilat û Îranê polis û leşkerên rejîma Îranê li hemû bajaran êrişê çalekvanan dikin lê, berxwedana gel û çalekiyên wan yên li dijî bêhuqukî desthilata wê ya li hember mafên mirovahiyê, bi pêşengiya jinan didomin.

Duh di roja 14’emîn de li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hêzên Îranê komkujî kir. Rayedarên Îranê qala qetilkirina 19 kesan dikin, lê li gorî çalakvanên Belûç 36 xwepêşander hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.

Li Zehîdanê piştî ku gelek xwepêşander ber bi navendeke polîsan çûn, Ji ber ku efserekî dest dirêjî zarokekê kiribû xwepêşanderan li dijî vê rewşê dirûşm berz kirin. Hêzên Îranê jî gule reşandin.

Li Sine jî weke rojên borî bi piştgiriya jin û ciwanan xwepêşandan berdewam bû. Hêzên Îranê li çend cihan li dijî xwepêşandanan serî li riya şîdetê dan.

Her wiha li Seqiz, Kirmaşan, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hebûn.

Li Gîlan Xerib futbolvanê Kurd ê klûba Traktursaz a Tebrêzê Kawe Zezayî bi hînceta piştgirîkirina xwepêşandanan hate destgîrkirin.

Li herêmên cuda yên Tehranê ku ji roja qetilkirina Jîna Emînî ve şeva borî jî xwepêşandanê berdewam kir.

Her wiha li Tehranê cenazeyê jina temen 17 salî ya bi navê Nîka Şakiremî ya ku di roja 10’an a xwepêşandanan de winda bûbû, hate dîtin.

Li parêzgehên din ên Îranê yên weke Xuzistan, Tebrêz, Meşhed, Kirman, Faris û çend parêzgeh û bajarên din xwepêşandan berdewam bûn.

Li ser daxwaza partî, rêxistin û aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro wê greva giştî dest pê bike.

ANF

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.