Rojnameya Ronahî

’Raperîna gelê Rojhilat û Îranê li dijî zordestiya li ser jinan e’

 

Şadiya Omer got ku gelê Kurdistanê nema mêtingeriyê qebûl dike, serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê mora xwe li dîrokê bixe.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şadiya Omer der barê jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ku li Tehran a paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaq ên dewleta Îranê ve bi hovîtî hat binçavkirin û di encama îşkenceyê de hat qetilkirin, ji ajansa me re axivî.

 

Her tişt ji bo jinan hatiye qedexekirin!

 

Şadiya Omer got ku her tişt ji bo jinan hatiye qedexekirin û sînordarkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mixabin heta roja îro di sedsala 21’ê de desthilatdarî li ser jinan ji aliyê dewletan ve tê meşandin û pê re nirxên civakê tên valakirin. Dewlet her dem di bin navê ol û kevneşopiyên civakê de qanûnan li gorî berjewendiyên xwe derdixe, mînaka wê ya herî ber bi çav bûyera ku li Îranê qewimî ye. Me dît çawa jina Kurd a bi navê Jîna Emînî ji ber xuyakirina hin biskên porê xwe bi rengekî hovane hat qetilkirin. Ev mijar tenê ji bo Îranê derbasdar nîn e lê belê li seranserê welatên cîhanê jin rastî cureyên qetilkirin û şîdetê tên. Di dirêjahiya dîrokê de û di hemû waran e her tişt ji bo jinan hatiye qedexekirin.”

 

Raperîna gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî zordestiyê ye

 

Şadiya Omer diyar kir ku raperîn û serhildana gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî zoredestîyê ye û wiha berdewam kir: “Dewlet her dem îdia dikin ku ew welat in, pêşketî ne û bi navê demokrasiyê bang dikin lê belê tiştek wiha tune ye. Qetilkirina jineke Kurd ji ber ku biskek porê wê derketiye, zilm û zordariya dewleta Îranê diyar û teqez dike. Her wiha gelê wê gihîştiye astekê ku nema van kiryaran qebûl dike, şoreş ji bo vê yekê çêdibin da ku guhertin çêbibin. Li Îranê hemû cureyên neheqiyê hene ku dewlet ji wan re dibêje gere hûn siyasetê nekin û kesên ku siyasetê dikin jî tên binçavkirin. Dewlet dixwazin gel ker û lal bimînin lê belê gelê Kurdistanê nema sîstema dewletê qebûl dike.”

 

“Dewlet ji rêxistinbûyîna jinan ditirsin”

 

Şadiya Omer bang li jinên cîhanê kir ku rêxistnbûyîna xwe xurt bikin li hemberî her cure şîdeta li ser jinan û wiha bi dawî kir: “Dewletên serdest her dem ji rêxistinbûyîn û hêza jinan ditirsin ji lewre pêwîst e tirsa me di dilê dijmin de bimîne, em ê ji bo azadî û rêxistinbûyîna xwe têbikoşin. Pêwîst e ku em qalikê zilma li ser xwe bidin şikandin. Banga me jî ji bo tevahî jinên cîhanê ew e ku divê em bikaribin yekitiya xwe xurt bikin li hemberî şîdet, tundî û kuştina jinan xwedî helwest û bersivên xurt bin.”-JINHA