Navenda Nûçeyan/Qamişlo
QSD`ê ragihand ku hêzên wan piştî depoya çekên DAIŞ’ê ku 2019’an li Baxozê desteser kirî, duyemîn mezintirîn depoyê çekan ê DAIŞ`ê li gundê Qîrwan ê başûrê Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo, desteser kirin û tekez kir ku planeke “terorî” ya êrişkirinekê pir mezin, vala derxistin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên wan bi operasyoneke taybet tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, duyemîn mezintirîn depoyên çekên DAIŞ`ê desteser kirine. Herwiha dan zanîn ku plane DAIŞ’ê yê ku êrişekê berfireh li kampa Holê bike, hat pûç kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên taybet û berdewamkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ya li dijî şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê, hêzên me bi operasyoneke taybet tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqadareke mezin a çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê ji bo şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatibûn amadekirin û li gundê Qîrwan ê li gundewarê başûrê Til Hemîsê hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.
Di operasyona kontrolkirinê ya hêzên me li gorî agahiyên îstixbaratî û mikurhatinên hejmareke endamên şaneyên terorîst yên di operasyonên dawîn de li kampa Holê hatibûn girtin, pêk anîne de, hêzên me karîbûn rêgeha wan çek û cebilxaneyê diyar bike û desteser bike. Şaneyên terorîst mezreayek ji bo komkirin û depokirina wan çekan bi kar dianî. Hêzên me dest bi lêpirsînan kir da ku xetên piştgiriyê û rêya gihandina wê herêmê û endamên ku vî karî hêsan dikin, bizanin.
Ev cihê veşartî ji mezintirîn depoyên çekan in ku hêzên me piştî şerê Baxozê dîtiye, her wiha piştî şerê Girtîgeha Sînaayê derbeyeke mezin a ji rêxistina terorîst re ye.
Li gorî lêpirsînan û agahiyên îstixbaratî, rêxistina terorîst hewl dida wan çek û cebilxaneyê di êrişeke muhtemel a li ser kamp û gundewarê bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê de bi kar bîne. Ev yek di çarçoveya planeke mezin a hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de hatibû amadekirin, pêk tê. Piştî ku êriş hate têkbirin, rêxistina terorîst berê xwe da planek din û car din hewl da êrişî kampa Holê bike. Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û operasyonên destwerdana lezgîn, her wiha binçavkirina gelek endamên şaneyên terorîst, plana xeternak a terorîstan bi ser neket.
Tevgerên şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst hemwextî gef û êrişên din ên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Êdî raya giştî bi derfet û têkilliya eşkere ya di navbera êrişên dagirkeriyê û planên tevgerê yên DAIŞ`ê de dizane. Asta koordîneya di navbera êrişên her du aliyan de zêde bû. Hêzên me jî nehiştin ku DAIŞ sûdê ji mercên ku dagirkeriya Tirk ji bo şaneyên terorîst yên DAIŞ`ê peyda kirine, sûdê bigire û tê li hewldana rêxistina ya amadekirina endamên xwe bi çekan ji bo tevgera li herêmê hemwextî êrişeke Tirkiyê ya muhtemel, girt. Di lêpirsînên ku hêzên me kirine de koordîneya eşkere û plankirî ya di navbera her du aliyan de ji bo destdirêjiya li ser herêmên me û vekirina dergehekî din ji şaneyên DAIŞ~ê yên têkçûyî re, hat piştrastkirin.
Vê operasyonê derbeke din li rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û piştevanên wê xist û hêza wê qels kir. Ev yek car din xeteriya tevgera rêxistina terorîst piştrast dike, ligel paşguhkirina hin aliyên navneteweyî ji mercên ku alîkariyê didin mayîna DAIŞ`ê û di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker.
Hêzên me herêmên li Sûriyê û cîhan tevahî ji xeteriya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê rizgar kir û di oxira wê de fedekariyên mezin da. Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya rewa li dijî vê rêxistina terorîst li herêmê û li dijî hemû gefan bidomînin. Em car din bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember herêmên me bi berpirsiyariyên xwe rabin, ku hemwextî êriş û planên DAIŞ`ê rastî êrişên din ên dewleta Tirk a dagirker tê ya ku hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û aramî û îstiqrara li herêmê têk bibe.
Miqdar û cureyên çekên ku li Qîrwan hatine dîtin, wiha ne:
1- Çekên AK-77: hejmar (58)
2- Çekên M72 LAW: hejmar (1)
3- Tivinga MG3: hejmar (1)
4- Dengirê çekan: (8)
5- Bombeyên destan: (19)
6- Şarjora çeka AK-47: (596)
7- Şarjora dabanca: (2)
8- Şarjora çekda M-16: (2)
9- Dûrbîna şevê: (1)
10- Dûrbîna RPG-7: (1)
11- Rext: (38)
12- Rextên ji bo bikaranînên deryayî: (40)
13- Bombeyên RPG-7: (200)
14- Dagirtina RPG-7: (149)
15- Fîşekên AK-47: (12310)
16- Fîşekên BKC: (3140)
17- Fîşekên M16: (5400)
18- Fîşekên AKS: (900)
19- Fîşekên doçka 12,5: (79)
20- Telefoneke destan a normal ji bo karên teqemeniyê: (358)
21- Cîhazê bêtêl ê leşkerî: (5)
22- Mayînên erdê: (5)
23- Mayînên bi erebeyan ve dizeliqin: (14)
24- Miqdareke mezin ji madeyên teqemeniyê (TNT), mayîn, madeyên dikevin çêkirina mayînan