Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jîna Emînî sembola jina berxwedêr e’

26/09/2022
in NÛÇE
A A
‘Jîna Emînî sembola jina berxwedêr e’
Share on FacebookShare on Twitter
Zana Roj/ Şehba
Ji bo şermezarkirina qetilkirina jina Kurd jîna Emînî û piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Şehbayê meşek girseyî ji aliyê jinan ve hat lidarxistin.
Bi serperştiya Ji bo şermezarkirina jina Kurd ya bi navê Jîna Emînî ku li ser destê hêzên rêjîma Îranê hat işkencekirin û di encamê de şehîd bû, bi sedan jinên Kurd û Ereb û ji tevahî gelên herêma Şehbayê meşek li dar xistin. Jinêni beşdarî meşê bûn piştgiriya xwe bi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê re anîn ziman, herwiha helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê tê feriz kirin , nîşandan.

Endama Meclîsa Jinên Azad ya Şehbayê Emel Ismayîl qetikirina Jîna Emînî şermezar kir û wiha got: “Îro em tevahî jinên Kurd û Ereb rabûne ser piyan û em wehşiyet û bêexlaqiya hikumeta Îranê a ku Jîna Emînî pê hatiye kuştin şermezar dikin, jin ne ji bo têrkirina xerîzeya zilam û girtin û heşimkirina wê di bin navê ol de hatiye dunya yê, ev dem dema azadiya tevahî jinên bindest e, divê tevahî jinên cîhanê êdî bi bindestiyê û tunebûnê qebûl nekin.”

Li ser navê Kongira Star a herêma Efrînê Leyle Îbiş axivî û wiha got: “Armanca hedefgirtina jinê, têkbirina îradeya wê ye, bi kuştin û işkenceyan dixwazin fikirên xwe yên paşverû û serdestiya zilam bidin ferz kirin.”
Leyla Îbiş axaftina xwe wiha qedand: “Bila tevahî dunya û sîstemên şofînî û serdest bibhîsin ku, her jinek xwedawendeke û hûn nikarin roja jinên azad tarî bikin, tevahî jinên kurd Jîna Emînî ne. “
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.