Rojnameya Ronahî

Li Silêmaniyê Festîvala Kurtefîlman ya ‘Aştî û Jiyana Hevbeş’ Destpêkir 

 

Li Silêmaniyê festîvala kurtefilman a ‘Aştî û Jiyana Hevbeş’ bi tevlîbûna 48 filmên navxweyî û biyanî destpêkir, tê payîn ku festîval sê rojan bidome.

Duh êvarî li parêzgeha Silêmaniyê festîvala kurtefîlman a ‘Aştî û Jiyana Hevbeş’ destpêkir. Bernameya roja yekem a festîvalê ji ‘Runiştina li ser berê sor’, kurtefîlma belgesela li ser parêzgeha Silêmaniyê, hinek berhemên muzîk û fîlmê ‘Govenda Elî û Zîn’ pêkdihat.

Rêvebera festîvala kurtefîlman a ‘Aştî û Jiyana Hevbeş’ Kejal Ehmed li ser amadekarî û bernameya festîvalê ji Rojnews’ê re axivî: “Navê festîvalê girêdanbûna xwe bi 21’ê Îlonê ku roja Aştî û Jiyana Hevbeş re heye. Ev festîvalê yek ji projeyên UNDP’ê ye ku hikûmeta Elmanya bi rêya hinek rêxistinên li Silêmaniyê alîkarî dide. Zêdetirî hezar film ji bo festîvalê serlêdan kiribûn, lîjneya ku me amadekirî ji wan tenê 48 fîlman bijart ku di festîvalê de werin pêşandan. Ji wan 30 film yên Iraqiyên li Herêma Kurdistanê ne û yên din jî filîmên biyanî ne.”

Filmên Iraqî wê ji bo kurtefîlm, anîmasyon û belgefîlmê herî baş li ser xelatên diravî pêşbirkê bikin. Lê filmên biyanî wê tenê werin pêşandan û xelatên rêzgirtinê bigrin.

Di dawiya bernameya festîvalê de filmê 78 deqeyî yê bi navê ‘Govenda Elî û Zînê’ ku bi derhêneriya derhênerê Kurd Mihemed Elî Konar hatibû amadekirin hat pêşandan.

Festîvala kurtefîlman a ‘Aştî û Jiyana Hevbeş’ bi piştgiriya rêxistinên CDO, Navenda METRO, CDFJ û bi hevkariya Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya UNDP û hikûmeta Elmanya hatiye li darxistin. Her wiha kompanyaya Mestî Hunerî jî karê hunerî ji bo festîvalê kiriye.

Festîval duh destpêkiribû û îro û sibe wê li Salona Hunerî ya parêzgeha Silêmaniyê bidome.

ROJNEWS