Rojnameya Ronahî

Komîna Fîlm a Rojava di warê sînemayê de li herêmê, ezmûneke pêşeng e

 

Komîna Fîlm a Rojava ku yekemîn saziya sînemayê ya li Rojava ye, hewl dide sînemayê li herêmê bi pêş bixe, çîrokên şoreşê vehewîne û di sînemayê de pêşkêş bike.

Tevgera sînemayê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek hewldan û ceribandinên di vî warî de derket holê. Belkî ya herî sereke jî tecrubeya Komîna Fîlm a Rojava ye.

Der barê dîroka Komîna Fîlm a Rojava de Safînaz Evdikê ku endama komînê ye, wiha axivî: “Komîna Fîlm a Rojava 14’ê Tîrmeha 2015’an li bajarê Dirbêsiyê hate avakirin. Beriya avakirina Komîna Fîlm a Rojava, dîrokeke sînemayê ya parçebûyî li Rojava hebû. Ew bi hin karakterên ku bi karê sînemayê re eleqedar bûn re sînordar bû, ew bi dizî û dûrî çavê desthilatê dixebitîn.”

Safînaz Evdikê amaje bi wê yekê kir ku dîroka sînemaya Rojava bi 2 bûyerên sereke ve girêdayî ye û got: “Bûyera yekem di 13’ê Mijdara 1960’î de li bajarê Amûdê dema ku sînema hate şewitandin û di encamê de zêdetirî 283 zarokên Kurd bûn qurbanî û hemû jî xwendekarên dibistana seretayî bûn.

Sedema duyem a girêdana bi sînemayê ve jî, ew e ku salên 1960 û 1980’yî çend sînemayên ku li Rojava hebûn û şêniyên herêmê berê xwe didan wir. Piştre, bi taybetî piştî dagirkirina fîlmên tirkî û Hindistanê yên li ser kanalên televîzyonê, tevgera sînemayê kêm bû.”

 

Sînemaya kurdî piştî şoreşa rojava

 

Li gorî Safînazê li Rojava çirûska tevgera sînemayê bi destpêkirina şoreşê re vêket. Safînaz diyar kir ku ev tevger ji aliyê aktorên herêmî yên ku di lîstikên şanoyê de lîstine, hatiye qebûlkirin û armanca wan ew e ku beşdarî piştgiriya şoreşê bibin, bi taybetî piştî şerê Kobanê.

Safînaz Evdikê wiha domand: “Van kesan ku hin xebatên sînemayê pêk anîne, di 14’ê Tîrmeha 2015’an de komeke bi navê Komîna Fîlm a Rojava ava kir. Ji ber sîstema konfederal û destpêka avakirina komîn û meclisan li bajarok, navçe û bajaran, navê komînê lê hat kirin.”

 

Safînaz anî ziman ku Komîna Fîlm a Rojava ji bo komên ku ji 25 heta 30 kesî beşdar dibin, dewreyên perwerdeyê vekirine û wiha got: “Hin ji van kesên ku tev li perwerdeyê bûne, xwedî tecrubeyên pir hindik bûn, lê ji ber hezkirin û girêdana wan ya bi vî warî re, di vê xebatê de dikarîbûn xwe biguncînin û bibin bersiv.”

 

Armanca damezirandina komînê

 

Têkildarî armancên damezirandina Komîna Fîlm a Rojava, Mesûd Kirad ku endamê komînê û ji kantona Efrîna dagirkirî ye, wiha got: “Armanca yekemîn a damezirandina komînê ew e ku çanda sînemayê di nava civak û gelê Rojava de belav bike, rastiyan bi rêya sînemayê bigihîne civakê û civakê bi rastiyê re di nava têkiliyê de bihêle.”

Mesûd Kirad destnîşan kir ku ew bi nivîsandina çîrokên şoreşê û veguhertina wan bo sînemayê, dixwazin çîrokên şoreşê parve bikin û wiha domand: “Di Komîna Fîlm a Rojava de me xwest bi alîkariya girseya gel çîrokên xwe, dîroka xwe û rastiyên xwe biweşînin. Ji bo van projeyan me li hemû bajar, tax, navçe û li her derê dest bi weşana fîlman kir. Heta îro jî xebatên ji bo weşandina fîlmên ku me bi xwe amade kirine, berdewam dikin. Em berhemanîna fîlmên bi vî rengî berdewam dikin. 4 fîlmên nû yên ku ji aliyê Komîna Fîlm ve hatine nivîsandin û derhêneriya wan hatiye kirin, niha tên weşandin.”

Lîstikvan Nejbîr Xanim jî got: “Berê me bi armanca belavkirina çanda sînemayê, fîlmên cîhanî belav dikirin. Lê niha gava erênî ew e ku em fîlmên ji amadekirin û derhêneriya komînê belav bikin, bêyî ku xwe bispêrin tu kesî. Mîhrîcana Fîlm a Rojava sala 2016’an hate damezirandin. Mîhrîcan di salên destpêkê de û bi tevlêbûna bi qasî 30 fîlman, xwecihî û pir biçûk bû. Lê niha li 5 bajaran tevî kampan, salane bi sedan fîlm tên pêşandan.”

Têkildarî asta serkeftina Komîna Fîlm a Rojava, Nejbîr wiha got: “Me eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeyê bi komên cuda û bi rojên bêsînor nîşan da û piştre me Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekta Herekol ava kir. Di vê akademiyê de Komîna Fîlm a Rojava serpereştiya beşa sînema û şanoyê dike, me du dewreyên li pey hev qedandin; ya yekem ji 11 endaman û ya duyemîn jî ji 9 endaman pêk dihat. Piştî perwerdeyê kom hatin avakirin û me dest bi çêkirina fîlman kir.”

ANHA