Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÎSLAM Û NETEW

25/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Di Rojhilata Navîn de ji ber kû zêdetirîn, niştecîhên xwe misilmanin, pirsgirêkên sereke kû em dijîn, bingehên xwe ji destgirtina ola îslamê digrin. Ola Îslamê hem jibona bindestan wek çavkanî tê destgirtin, hem jî ji bona desthelatan wek çavkanî tê nişandan. Ji ber wê sedemê divê mirov wek bawermendên ola Îslamê, van pîvanan carekî din lêbikole û pîvanên rasteqîne derxîne holê. Ji Rojhilata Navîn heta efrîka, ji Efrîka heta Afganîstanê, niştecîh piraniya xwe misilmanin.

Di van erdîngariyan de, bi navê ol gellek nasname û ziman hatin helandin, gellek netew û nasname hatin tunekirin.

Gelo ev gel û ziman ji ber rastiya ola Îslamê tunebun e? Gelo Îslam ji bo gealn ji holê rake hatiye şandin?

Di be ku pirs zêde bibin, lê em karin du cure bersiv bidin vê pirsê.

Wek dîroka xwe misilmanan û pîvanên îslamê ku Qur’an a pîroze.

Piştî wefata pêxemberê me Hz Muhemmed silavê xwedê lêbe, Îslam jî, wek olên beriya xwe, jinavaroka xwe hate vala kirin.

Desthelatên binavê Îslamê serdest bun, erebkirina gelan wekî proje dan pêşiya xwe û welatên gelên dîtir talan kirin. Mînak: Qiptiyên Misrê, Berberîyên Mexrîb û Cezayîre, Asurî, Çerkez û gellekî milletên dîtir binavê ola Îslamê helandin û ji holê rakirin. Em wek bawermendên ola Îslamê divê vê rastiyê piştrast bikin û bi rastiyan re rûbirû bibin. Ev rastiya dîroka meye, binavê Îslamê ev karesat liser gellekî milletande me dîrokêde aniye, em hêjî tînin û vê heqîqetê jî piştrast nakin. Kesên heqîqetan nepejirîne nikare reya rast jî bibine.

Pîvanê Qur’an a pîroz di derbarê Gel û milletande:

 

‘Gelî mirovan! Bêguman min we ji mê û nêrekî afirand, ji bo win hevdû binasin, me we wergerand gel û eşîran, li ba Xwedê kesê herî baş ew kesê ku berpirsiya xwe bicîh tîne. Xwedê her tiştî bi giştî dizane, ji her tiştî agahdare’. (Hucurat 13)

 

Ev ayet jibo kesên bawermendên Îslamê Pîvana nêrîna malbata mirovahiyeye. Divê bawermendên Îslamê di bîrdoziya xweda, jibo nêrîna mirovahîyê vê ayete bicîh bikin. Me li jorê heqîqetên dîrokî di dîroka me Misilmanande qewimîne pênase kir.

Xwedê dibêje min we kir millet û eşîr, neku win hevdu pê kêm, an serbilind bikin, ev cuda bun jibo nasandina weye.

Ger kesê milletan asîmîle bike, divê were zanîn ku afirandinên xwedê, ji holê radike. Ger kesê eslê xwe înkar bike, an milletê xwe nedîtîda were, dive ew zanibe, naxwaze Xwedê jî bibine. Ji vê ayete eşkere tê xuyakirin ku, millet bun îradeya Xwedêye! Kesê/Kesa îradeya Xwedê nas neke, çawa dikare bêje ez ola Xwedê dihebînim?

Misilmanên îro bi taybet Tirk, Ereb û Fars Kurdan nabînin, jibo karibin Kurdan asîmîle bikin bihelînin, li mizgeftan, ser navê ol qirkirin û tunnekirina gele Kurd pêşdixin. Kurdên jixwer dibêjin em misilmanin jî, heman gunehê pêktînin.

Dibêjin em misilmanin û birayê hevdune, çi cudabun nelazime. Haşa ji Xwedêre dibêjin te em Kurd afirandin, em te qebul nakin, em dixwazin bibin Ereb, Fars û Tirk. Ev ne pejirandina pîvanên Xwedêye, hêlekî em îbadetê jibo Xwedê bikin û hela dinde em îradeya Xwedê ya giştî nepejirînin, ev kesayet bawermendekî çawaye?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.