Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi reng û firşeyên xwe çand Kurdî zindî dikin

23/09/2022
in NÛÇE
A A
Bi reng û firşeyên xwe çand Kurdî zindî dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/Şehba

Komîna Wênesaziyê ya Çand û Hûnerê  li navçeya Til Rifet dest bi amedekariyên lidarxistina pêşengeha bi navê ‘Çand û Hûnera Kurdî ‘ya wêne û werhemên destan dike.

Li navçeya Til Rifet Komîna Wênesaziyê dest bi amedekirina vekirina pêşengeheke bi navê ‘Çand û Hûnera Kurdî’ dikin. Di pêşengehê de wê berhemên xwendekaran bên pêşkêşkirin, armanca wê jî rengê çand û hûnera Kurdî, her wiha rewşa koçberiyê a ku li ser gel hatiye ferz kirin bidin xuya kirin. Pêşengeh wê di 23’yê Îlonê de bê li dar xistin.

Têkildarî vê xebatê endamên ku tevlî amadekariya vê pêşengehê bûne ji rojnameya me re axifîn.

Endama Komîna Wênesaziyê Fatma Ehmed diyar kir ku tevî kêmderfetan wan pêşketinin berçav bidest xistine û wiha got: “Ev nêzî salekê ye em xwendekaran perwerde dikin. Tevî kêmderfetan; tobaran û dorpêça li ser herêmaTil Rifet, dîsa me dev ji fêrkirin û perwerdeyên xwendekaran berneda, me bi derfetên xwe yên kêm  pêşketinên berçav bi dest xist.”

Fatme da xuyakirin ku hejmara  xebatkarên ku tevlî pêşengehê bûne 12 xwendekarin û wiha got: “12 xebatkar tevlî amadekrina pêşengehê bûn, xebatkarên me temenên wan cuda ne, hin ji wan zarok û hin jî ciwanin. Armanca me pêşkêşkirina  kevneşopî û çanda kurdî ye.”

Xwendekara bi navê Îvana Hebeş mebesta xwe ji wêneyên ku dane xêzkirin anî ziman û got:
“Bi 4 wêneyan ez tevlî pêşengehê bûme, nameya ku dixwazim bidim diyarkirin;êş û rewşa koçberiya ku gel tê re derbas dibe bi riya reng û firşeya xwe bidim derxistin, di heman demê de di hin wêneyan de min balkişande ser xweşikbûn û xwezaya Efrînê.”

Îvana Hebeş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hêvî me ku ev pêşengeh bibe derman ji kul û xemên gelê Efrînê re, her wiha bi demê re em pêşengehên mezintir bidin vekirin û pêşketinên mestir bi des bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.