Rojnameya Ronahî

`Parastina paqijiya bajar erka her kesî ye`

 

Darîn Silê/Qamişlo

Berpirsê Beşa Paqijiyê li bajarê Qamişlo Mihdî Itêl got, bi armanca belavkirina çanda paqijiyê di nava gel de, em her demê bi pêngavên paqijiyê radibin. Heriwiha da zanîn ku pêngava paqijiya ya ku berî sê heyvan pê ve rabûn, ancamên baş da.

Di destpêka şoreşa Rojava de, ji bo xizmeta gel  li Qamişlo şaredarî hat avakirin. Tevî êrîşên dewleta Tirkî ya dagîrker jî, ji destpêkê heta roja îro şaredarî bênavber û bi rêxistinî xebata xwe didomîne. Şaredarî, li gorî imkan û pisporiya xwe projeyan amade dike û bi gelek pêngavan radibe. Yek ji pêngavên herî girîng ku pê ve radibe, pêngava Paqijiyê ye. Ji ber ku di dema dawî de gelek qirêj li nava bajar çêdibû, şaredariyê pêngavên ji bo parastina paqijiya bajar û jîngehê pêk anî, tê de jî gelek biroşûrên têkildarî baqijiyê li nava gel belav kir, da ku çanda paqijiyê di nava gel de belav bibe.

Derbarê kontrolkirina rewşa paqijiyê li bajarê Qamişlo û pêngava ku berî sê heyvan şaredarî pê ve rabûbû, berpirsê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel li bajarê Qamişlo, Mihdî Itêl ji me re axivî.

`Armanc ew e ku çanda paqijiyê di nava gel de balav bibe`

Mihdî Itêl behsa pêngava Paqijiya ya ku berî sê heyvan pê ve rabûbûn kir û wiha got: “Di pêngavê de me gelek biroşûr li gel belav kirin. Di biroşûrê de jî hatibû diyarkirin ku kesê çopê biavêje nava kolanan û ser riyan wê ji aliyê şaredariyê were mûxalefekirin. Mûxalefe jî 25 hezar e. Armanca me ji pêngavê ew bû ku çand paqijiyê di nava gel bê belavkirin û parastina paqijiya bajar bê kirin. Ji bo wê jî piştê ku em bi vê pêngavê rabûn êdî baqijiya nava bajar baştir bûy û kemar jî kêm bûye. Li gorî şopandina me xuya dike ku ev pêngav encameke baş daye. Hê jî hin kes hene li paqijiyê ne baldarin, lê hêviyên me hene ku demên pêş de bi belavkirina çanda paqijiyê wê her kes li paqijiya derdorê baldar be.”

Li gorî beşa zabîteyê ya şaredariya gel ya bajarê Qamişlo diyar bû ku di van 3 mehên dawî de 125 seza yên paqijiyê hatin birîn.

`Rojane bajêr tê paqijkirin`

Mihdî da zanîn ku ew rojane kolanên nava bajêr û yên derve dişopînin û got, Nêzî 200 karkerên baqijiyê li şaredariyê hene. Ev karker rojane kolanên bajêr paqij dikin. Herwiha erebeyên çopê jî, li nava taxên bajêr digerin. Hefteyê 3 caran erebeyên çopê li nava kolanên taxan û rojane li kolanên sereke digerin. Danê sibehan erebe li nava taxan digerin û danê êvaran jî li nava kolanên bazarê digerin. Bi vî awayî rojane bajar bigiştî tê paqijkirin û gemar tê paqijkirin.”

Mihdî bîr xist ku wan berî demekê gelek selikên çopê li nava bajar belav kirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Me li her taxê selik danîne. Li her taxê jî li gorî xwesteka gel selik hatin belavkirin. Herwiha li kolanên sereke jî me gelek selikin gemarê belav kirin. Hin deverên derdora bajarê Qamişlo hene pêwîstiya wan bi selikên çopê heye, emê hewl bidin li wan deveran jî selikan deynin. Lê li hindirê bajar bi giştî selik hatin belavkirin.”

Mihdî bal kişand ser kesên ku çopa xwe datîn devê deriyên xwe û axaftina xwe wiha domand: “Kesên ku êvaran çopê datînin ber deriyên xwe û li hêviya erebeya çopê dihêlin, bi şevê heywan wê çopê tev li kolanê belav dikin û ev dibe sedema ku qirêjî li nava bajêr çêbibe. Ji bo wê jî em bihêvîne ku her kes danê sibehan berî ku erebe li nava kolanan bigere çopa xwe amade bike, da ku dema erebe digere wê çopê kom bike.”

`Paqijî exlaq û çanda civakê ye`

Mihdî da zanîn ku rola welatiyan di parastina paqijiya bajêr de pir girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Parastina paqijiya bajar erka her kesî ye. Pêngavên me tenê têra paqijiya bajar nake. Divê welatî bi me re alîkarbin. Çimkî yên ku li vî bajarî dijîn welatî ne. Jixwe ev pêngav ji bo paqijiya derdora wan tê kirin. Ji bo wê jî pêwîste em tev li paqijiya bajarê xwe xwedî derkevin. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatê parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Ji ber ku çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Şaredarî çiqas paqijî bike jî, eger gel ne alîkar be paqijî çênabe û wê diyardeya avêtina çopê dewam bike.”