Rojnameya Ronahî

Erdogan, ji bo Kurdan li cihanê digere

 

 

Zekî Bedran

 

Erdogan, piştî zîrveya Şanghayê hilma xwe di Netewên Yekbûyî (NY) de, da. Heger li wir jî bikaribe, wê hewl bide derfeta hevdîtina bi serokê DYE Biden re bigire. Armanca esasî ya hevdîtinê jî ewe ku di şerê li hemberî Kurdan de, hîn zêdetir piştgiriyê bixwaze. Heger karibaye bi Kurdên li Tirkiyê dijîn li hev hatiba, pêwîstî bezînê, mesrefên mezin û van tawîzan nedima. Derfetê wê hebûn. Bi Îmraliyê re hevdîtin çêbû, şer hat sekinandin. Lê, Erdogan jiberkirina dewletê xera nekir. Di encamê de înkarkirina Kurd û tepisandina lêgerîna mafxwestinê, bijart. Ango, ji bo qirkirin pêk bê wek gayê dîn baz dide û êrişê her cihî dike.

 

Dibêje, bila serokê DYE ji bo şerê li dijî PKK’ê û YPG’ê hîn zêdetir piştgiriyê bide me. Jixwe DYE di mijara PKK’ê de, ev 40 salan zêdetire piştgiriyê dide wî. PKK xistiye lîsteya terorê. NATO jî di her astê de piştgirî daye dewleta Tirk û bûye aliyê şer. Ger wisa nebûya, sekreterê NATO’yê ew qas vekirî piştgiriyê nedida êrîşên faşîzma Erdogan yên li ser Iraq û Suriyê û operasyonên dagirkirinê. Dema Stoltenberg devê xwe vedike, hema dibêje “Em metirsiya ewlekariyê ya Tirkiyê fêm dikin, Tirkiyê êşa terorê pir kişand.” Stoltenberg rojekî di mijara parastin û ewlekariya Kurdan de negot, ‘em metirsiya wan fêm dikin’. Heger piştgiriya NATO û DYE nebaya, Tirkiyê nikaribû 40 salan vî şerî bidomîne û niha piskirik jî, ji zû ve hatibû çareserkirin. DYE û NATO, dema piştgiriya dewleta Tirk dike, vî şerî fînans dike û dihêle ev şere bidome, qey ev ji bo berjewendiya gelê Tirkiyê ye?

Erdogan ji bo Kurdan cîhanê digere. Ji zîrveya Madrîd a NATO’yê şunda, diçe Soçî û li wir jî berê xwe dide zirveya Şanghayê. Niha jî dixwaze bi Biden re hevdîtinê çêbike û li ser Kurdan bazarî bike.

Li Şanghayê dibêje, ‘pêwîstî pênaseyeke hevpar a terorê heye’. Dixwaze bi rengekî, Kurdan bavêje derveyî cîhanê. Jixwe Kurd ne endamê ti saziyên navnetewî ne. Nav û hebûna wan tûne hatiye hesibandin û hatine înkarkirin. Lê Kurdan vê înkarê û avêtina derveyî dîrokê nepejirandin, xwe birêxistin kirin û berxwe dan. Êdî pirsgirêka Kurd gihaye asta ku bê dîtin. Ji ber vê, Erdogan dixwaze dîsa Kurdan tune bike, ji bo qirkirinê bibe encamê çi ji destê wî hebe dike.

Erdogan dide xuyakirin ku wan li hemberî Kurdan bi bîryardarî têkoşîn kirinê û weke pîvana serkeftinê xwe jî, ji 2015’an wir ve kuştina bi deh hezaran dide pêş. Dibêje; li kuderê derveyî welat, dibe bila bibe emê wan tune bikin. Li Iraqê bi dehan baregeh çêkirin e. Havîn û zivistanê, çiya û keviran bombebaran dikin. Heremên girîng yên Suriyê hatine dagirkirin. Heger piştgiriya DYE û NATO’yê nebe nikarin bikin. Lê, ji ber ku bi van piştgiriyan jî, encamê ku dixwest bi dest nexist, niha jî hewl dide piştgiriya hêzên mîna Rusya û Çînê jî bigire. Tevî vê jî, dîsa dibeze li gel Biden!

Teybet gotina, ‘YPG bixe lîsteya terorê’ li Biden ferz dike. YPG û QSD jî hevparê koalîsyona navnetewî ya ku DYE jî di navde ye. Di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de YPG û QSD bi dehhezaran şehîd û birîndar da ne. DAÎŞ têk birin û ji ewlekariya cîhanê re alîkariyeke mezin  pêşkeş kirin. Erdogan vane hemûyan tûne dihesibîne û dibêje, hûn ê serê YPG ango Kurdan bidin min. Ji ber ku Kurdan bi Ereban û gelên din ên heremê re projeya hevpar, demokratîk û jiyanî avakirin e. Weke berhemê vê projeyê jî di heremên rizgarkirin de, gel rêveberiya xwe ya xweser avakir û xwe bi rêve dibe. Ev ji herkesî zêdetir Erdogan û faşîzma Tirk, dîn dike. Dixwaze demildest Kurd û destkeftiyên wan ji holê rabike. Ji ber DYE têkiliyê xwe bi YPG û QSD’ê re qut nekiriye, weke piştgir û hevkarê terorê tewanbar dike.

Xem û fikara wan a li ser ewlekariya Suriyê û aramiya heremê tûne ye. Wê DAIŞ çi bibe? Bi dehhezaran zêdetir girtiyê DAÎŞ hene. Heger DYE destê xwe bikişîne û YPG, QSD nebe û ev çeteyên DAIŞ’ê serbest bimînin, wê herêm bikeve çi rewşê? Ji bo Erdogan girîngiya vê tiştê tûne ye. Jixwe ji bo Talîbanî gotibû, ’em xwedî nirxên hevpar in’! Tê zanîn, bi DAIŞ’ê re jî di heman hişmendiyê de ne. Îro di cîhanê de, ji bo DAIŞ’ê cihên herî bi ewle,  li herêmên Suriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne. Di heman demê de DAIŞ di nav Tirkiyê jî dikare, xwe bi cîh bike û karê xwe bimeşîne. Di cîhanê de cihên ku Îxvanî kom bûne jî, Tirkiyê ye. Ji bilî Tirkiyê kîjan dewletên Ereb, Îxvanan di vê astê de xwedî dike an jî piştgirî dide? Qasî ku dişopînin û dibînin piraniya dewletên Ereban, dixwazin ji Îxvanan xelas bibin. Tirkiyê, demeke dirêj van çeteyan li hemberî welatên Ereban jî weke tehdîdekî bikartîne. Niha jî weke firsendeya bazarî di destê xwe de digire.

Erdogan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê jî bûye tehdîdekî. Ti quralên hiqûq û exlaqê nas nake. Ji bo wê hêzên mîna DYE, Rusya, NATO û Şanghayê weke hêzên amûrê karanînê ne. Di encamê de bi navê maf, zagon û adaletê, ti fikar û rêgezên mirovî li cem wê tûne ne. Ev hêzêne şerê berjewendiyên xwe dikin. Çawa ji kesekî mîna Erdogan ku ji bo cîhanê gihaştiye asta xeteriyê, derfet jê re tê dayîn ku ew qas cîhanê bigere?