Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 5 kes hatin qetilkirin

20/09/2022
in NÛÇE
A A
Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 5 kes hatin qetilkirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan /Qamişlo

Xwepêşandanên ji bo şermezarkirina Kuştina Jîna Emînî ku li Rojhilatê Kurdistanê daketin kolanan, rastî êrişên hêzên dewleta Îranê hatin û di encamê de 5 kes hatin qetilkirin

Piştî  kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê Polîsên Exlaqê yên îranê li Tehranê, xwepêşandanên şermezarkirinê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin û dewam dikin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurd, di çalakiyên şermezarkirinê yên ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin, herî kêm 5 kesan jiyana ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku li ser medyayên civakî hatine belav kirin, li bajarê Seqizê 2 kes, li Dîwandereyê 2 kes, li Dehgulanê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li gel van her sê bajaran û bajarên Mahabad, Bûkan, Ûrmiye, Sine, Kamyaran, Bicar, Qurwe Banen û gelek bajarên din, bi dehan kes birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî nêzî 100 kesî birîndar bûne.

Çalakiyên şermezarkirinê li bajarên Îranê jî belav bûn. Li Tehran û Meşedê, her wiha li zanîngehan çalakî pêk hatin û li dijî hikumetê dirûşm hatin qîrîn. Li navenda Tehranê roja Duşemê bi sedan kes daketin qadan, polîsan jî li dijî xwepêşandêran ço û gazên çavan dişewitînin bi kar anîn. Hate ragihandin ku gelek çalakger hatine destgîrkirin.

Di 13’yê îlonê de Polîsên Exlaqê yên dewleta Îranê Jîna Emînî li paytext Tehranê, li cihê derketina ji metroyê destgîr kiribûn û işkencekiribûn. 16’ê Îlonê Emînî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, piştre cenazeyê wê li bajarên Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li Goristana Ayçî hatibû veşartin. Çalakiyên şermezarkirinê jî piştî veşartina cenazeyê Jîna Emînî destpê kirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.