Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li herêma Şehbayê yekem dewreya Fêrkirina Nota Mûzîkê  bidawî bû

20/09/2022
in NÛÇE
A A
Li herêma Şehbayê yekem dewreya Fêrkirina Nota Mûzîkê  bidawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

 

Zana Roj / Şehba

Tevgera Çand û Hûnerê ya herêma Efrînê li herêma Şehbayê, dewreya fêrkirina Nota mûzîkê bi dawî kir û xwendekar û mamosteyê ku beşdarî dewreyan bûn, bi şahiyekê xelat kirin.

Tevî rewşa şer û dorpêça ku koçberên Efrînê yên li Şehbayê tê re  derbas dibin, rêxistina gel di tevahiya qadan de bi pêş dikeve. Yekem car piştî koçberkirinê, dewreyên fêrkirina Nota Mozêkê ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê, li herêma Şehbayê hatibû destpêkirin bidawî bû.

Dewreya ku berî demekê bi tevlêbûna 45 xwendekaran dest pê kirîbû,  di 18’yê Îlonê bi dawî bû. Bi boneya bidawîkirina her du dewreyan,  li navenda çand û huner ya navçeya Ehdas ya Şehbayê  û bi beşdarbûna bi sedan kes şahiyek hat li darxistin.

 

Li ser navê Tevgera Çand û Hûnerê ya herêma Efrînê Ismaîl Ehmed axivî û bidawîkirina dewreyê li tevahiya xwendekar û mamosteyan pîroz kir.

Ehmed bal kişan ser girîngiya dewreyên perwerdekirina mûzîkê  û wiha got: “Di rewşa şer û dorpêça ku ku li ser gelê me yê herêma Şehabyê hatiye ferzkirin, çalakiyêk herî biçûk serkeftinek mezine. Lê boi îradeya xwe ya xurt, gelê me rojane serkeftinên bi çûk û mezin boidest dixin. Vekırına dewreên fêrkirina mozîkê pir girînge. Ji ber ku mirov bi mûzîk mûxateba dil û hestên gelê xwe deike. Herwiha pir girînge ku em hunera xwe bi reng û dengên cuda zengîn bikin û bidin pêş.”

Ismaîl Ehmed diyar kir ku gelê li Şehbayê bi sekin û îradeya xwe dibe birsiv ji êrişên dijmin re û axaftina xwe wih dewam kir: “Gelê me bi hebûn, sekn û îradeya xwe, dibe bersiva tevayiya êrişên ku li ser tê kirin. Dijminê me pir hov e, di vê di qonaxê de divê em bi hemû hêz û şaxên xwe yên civakî bibin hêza têkbirina hemû êrîş û pîlanên dagirkeriyê.”

 

Endamê Tevgera Çand û Hûnerê ya herêma Efrînê Ismaîl Ehmed da xuyakirin  ku tevî derfetên kêm ew hewil didin ku mûzîka kurdî pêş bixin û axaftina wiha qedand: “tevî ku em di rewşa koçberiyê de ne û derfetên me jî kêmin, lê hewldanên me yên ji bo pêşxistina mûzka kurdî dfi asteke bilind dewam dikin.  Em di wê baweriyê de ne ku hemû xwendekar û beşdarvanên ku tevlî vê gavê bûne, wê ji bo hunera kurdî serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Di dawiya şahiyê de Tevger çand û Hûnerê xwendekar û mamosteyên ku tevî dewreê bûne, xelat kirin .

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.