Rojnameya Ronahî

Li Ser ‘Kirasekî Sor’ Çandên Dinyayê

 

Projeyeke ku 13 salan dewam kir, bi dawî bû. Ev proje ku ya kirasekî balkêş bû û navê wî “Red Dress” (Kirasê Sor) bû bi temamî 13 salan dewam kir.

Projeyeke ku 13 salan dewam kir, bi dawî bû. Ev proje ku ya kirasekî balkêş bû û navê wî “Red Dress” (Kirasê Sor) bû bi temamî 13 salan dewam kir. Hunermenda Ingilîz, Kiristie Macleod bi riya neqişandina li ser vî kirasî, xwest balê bibe ser çand, nasname û rêûresmên dinyayê. Ji 46 welatan 343 neqaş û hunermend tevlî vê projeyê bûn û her yekê/î ji çanda xwe tiştek li vî kirasê sor zêde kir.

Kirasê sor ji 84 pîneyan pêk tê. Her hunermendekê/î ango neqaşekê/î li gorî serpêhatiya welatê xwe tiştên ku nasnameya wan îfade dikin, li vî kirasê sor zêde kir ango pê ve pîne kir. Di nav van hunermendan de penaber û her wiha kesên ku di vî hunerî de şareza ne, û kesên ku hîna nû hînî vî hunerî dibin jî tevlî vê xebata 13 salan bûne.

Di nav wan kesan de tenê 7 mêr hebûne, yên mayî hemû jin bûne. Ev xebat destpêkê ji bo mirov çand û nasnameya xwe îfade bikin, dest pê kiriye lê bi demê re guheriye platformekê û gelek kesan bi saya vê projeyê xwest dengê xwe yê hatiye birrîn, bilind bike. Herî dawî piştî ku ev proje bi dawî bû, çend hunermendan ew li xwe kir û bi vî awayî proje temam bû.

Kirasê Sor niha derketiye gerê, di 17 û 27 Îlonê dê li Qahîreya Misrê wê were nîşandan. Her wiha dê di 8 û 27’ê Cotmeha 2022’yan de jî li Welatê Galiyan, li “Navenda Huner ya Melville” wê were nîşandan. Lê wekî din dê siberojê li gelek welatên din jî were nîşandan. -Ozgurpolîtîka