Rojnameya Ronahî

Zarokên Balekayetî fêrî hunerê dikin 

 

 

Li Balekayetî ya ser bi Hewlêrê, komek kesên bi hunerê re mijûlin, zarokan fêrî hunerê dikin. Armanca dewreyên perwerdeyê ewe ku, zarok ji hunerê dur nemînin û heskirina wan ya li hemberî hunerê zêde bibe.

Li Balekayetî di bin navê pêşxistina hunera şêwekariyê,  di nava xwezayê de zarok bi pergalên cuda cuda fêrî hunerê dibin. Bi vê pêngavê tê xwestin ku zarok berê xwe bidin hunerê. Ji bo ve jî komek kesên beşa huner xilaskirin, li herêmê dewreyên perwerdekirinê dane destpêkirin. Bi taybet armanca dewreyên perwerdeyê fêrkirina şêwekarî ya ji bo zarokane.

Kanî Kameran ku jinek ciwane ku dibistana Koleja Hunerên Xweşik qedandiye li ser vê yekê ji Rojnews’ê re axivî. Kanî Kameran destnîşankir ku huner li herêmê pir lewaz bûye û ji holê radibe, lewra çend mehin bi hewldana çend hunermendên dilsoz û dilxwaz, dewreyên perwerdeyê hunerî yên bi xwestek destpêkirine.Kanî Kameran di dewama axaftina xwe de got: “Ji bo ku dubare huner vegere nava civakê û bi rengan aştî pêkwere me dest bi karek wiha kiriye. Gelek pergalên ku hatîn karanîn û xwezayê qirêj dikin ji bo bikaranîna xizkirina tabloyan bikaranîne. Kesên ku tevlî dewreyên perwerdeyê bûyîn her yek ji bo xwe weke hunermendek bûye. Em dikarin bêjin ku reng û huner piştî sistbûnê careke din vegeriya ye herêmê.”

Kanî Kameran her wiha da zanîn ku difikirin hewla xwe tenê di çarçoveya dewreyan de nehêlin, weke perwerdeyên berfireh ji civakê giştî re bidin da ku zarokên xwe fêrî giringiya hunerê bikin ku bibe beşek mezin yê şêweyê jiyanê û didomîne: “Me soza berdewamiyê daye û di nava hefteyê de dem dem diçin nava xwezayê de û reng û xwezayê tevlîhev dikin. Yan jî em li cihekê kom dibin û bi pergalên cuda hunerê çêdikin.”

Her wiha yek ji zarokên ku tevlî dewreyên perwerdeyê dibe Sarîn Cemal diyar kir ku ji biçûkatiyê ve heskirina wê a fêrî hunerê bûyînê hebû û wiha axivî: “Di berê de ji ber ku kesek yan cihek nebû, min ne dikarî xwe fêrî hunerê bikim. Lê bi destpêkirina vê perwerdeyê re min kariye fêrî gelek tiştên cuda bibim û niha tişta ku min dixwest gelek fêrbûme. Niha em dikarin hemû rengan bikarbînin û tevilhev bikin ku rengên cudatir derbixîn. Em niha hemû bûne hunermendên baş û em dikarin bi pergalên xwarinê û keviran karên hunerî yên xweşik çêbikin.”

ROJNEWS