Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK : Li hemberî êrişên Îranê yên li dijî jinan divê gel dakeve kolanan

17/09/2022
in NÛÇE
A A
KNK : Li hemberî êrişên Îranê yên li dijî jinan divê gel dakeve kolanan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan/ Qamişlo

KNK’ê kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bi tundî şermezar kir û bang li gel kir ku li dijî wan êrîşên dakevin kolanan û nerazîbûnê nîşan bidin.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke kuştina jina ciwan Jîna Emînî ya (22) ku ji ber êşkenceya polîsên Îranê jiyana xwe jidest dabû bi tundî şermezar kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirker bi hincetên bê bingeh kuştina kurdan didomînin û got: “Jîna Emînî (Mehsa) ku jineke ciwan a 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ye di dema çûyîna Tehranê bi hinceta ku laçke nedaniye serê xwe ji aliyê polîsên ku weke polîsên asayîşa exlaqî (dijî bê hîcabiyê) tên naskirin tê destgîrkirin. Piştre di bin êşkenceyê de tê şehîdkirin.”

KNK’ê da xuyakirin ku çend roj beriya vê tawanê xwefiroş û nokerekî rejîmê li bajarê Merîwanê xwest destdirêjiyê li ser jineke ciwan bike, wê jî ji bo parastina rûmeta xwe xwe li ser balkona malê avête xwarê û jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Ew hemû şêwazên cuda yên tawanan ên li wî welatî ji aliyê dezgehên fermî û polîsên rejîmê ve li ber çavên cîhanê tên kirin. Ew hemû tevî tepisandina hemû dengên azadî û edaletê bûne karnameya rejîma Îranê.”

Konseya Rêveber a KNK’ê  di dawiya daxuyaniya xwe kiryarên rêjîma Îranê şermezar kir, sersaxiyê ji malbat, hevrê û dostên qurbaniyan re xwest û xelkê Seqizê xwest ku dakevin kolanan û li dijî wê tawanê dengê xwe bilind bilind bikin, êrîş û destdirêjiyên wiha qebûl nekin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.