Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxa duyem ya operasyonê Holê bi encam bi dawî bû

17/09/2022
in NÛÇE
A A
Qonaxa duyem ya operasyonê Holê bi encam bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan/ Qamişlo

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawîkirina qonaxa duyem ya Operasyona ’Mirovî û Ewlehiyê’ ragehand û diyar kir ku li gorî pêwîstiyê, opereasyona hêzên wan yên li dijî  şaneyên DAIŞ’ê di nava Kampa Holê de wê dewam bike.

Di 25`ê Tebaxa borî de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi piştgiriya QSD, YPJ  û YPG’ê qonaxa dueymîn ji operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê ya rojhilatê Heskê dabû destpêkirin. Operasyon ku 24 rojan dewam dike, encamên berbiçav bidestxistin.

Derbarê bidawîkirina qonaxa duyem ji operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di operasyonê de hêzên wan karîbûn encamên girîng bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin, îşkence û di belav kirina terorê de hene, hatin girtin û wiha destnişan kir: “Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo perweredkirin û işkence kirinê hatibûn veqetandin, rûxandin. Herwiha Gelek jinên herî metirsîdar yên ku di demê dawê de erkên perwerdekirin û koştinê radibûn, hatin girtin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku  di operasyonê de, Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê, du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke ewle û wiha got: “Yekîneyên Parstina Jin YPJ’ê di nava 4 salan de zêdetirî 200 kesên Êzidî rizgarkirin.”

‘ Divê hêzên navnetewî êdî çave xwe ji destekdayîna tirkî ya ji DAIŞ’ê re negire’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li aliyên pêwendîdar yên Navneteweyî kir ku, çavên xwe ji têkiliyên di navbera îstixbarata Tirk û şaneyên DAIŞ’ê yên li hundir û derveyê kampê de heye, negirin û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagîrker hewil dide ku endam û malbatên çeteyên DAIŞ’ê  bi qaçaxî ji kampê derxe û wan li herêmê dagîrkirî bicih bikin. Herwiha dixwaze wan çeteyan di êrişên nû yên ser herêmên me de bikar bîne.”

 

Li gorî daxyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmara girtiyên DAIŞ`ê û çekên desteserkirî di nava kampê de wiha ne:

226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne hatin girtin.

25 xideq û tûnel hatine dîtin û rûxandin.

Çekên hatin desteserkirin jî wiha ne  :3 çekên AK-47, 2 Çekên RBG bi 2 rokêtan, 2 dabançe, 25 bombeyên destan, 25 kg teqemeniya TNT, 11 çekên bêdeng, 388 guleyên AK-47 ,

10 jerjorên AK-47 ,  9 rextên leşkerî , Parçeyek cilê leşkerî yê artêşa Tirk,

Gelek çekên tûj (kêr – xencer ) û amûrên îşkenceyê û Gelek amûrên ragihandin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.