Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Efrîn û Şehbayê du şehîdên xwe oxir kirin

14/09/2022
in NÛÇE
A A
Gelê Efrîn û Şehbayê du şehîdên xwe oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter
Endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn Ismaîl û welatiya bi navê Emîra Xelef ku di êrîşa dawleta Tirk a dagir birîndar bibû û şehîd bû, li goristana Fafîn hatin oxir kirin.
Zana Roj /Şehba
Îro li herêma Şehbayê bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê, endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn Ismaîl û welatiya bi navê Emîra Xelef ku di êrişa dewleta tirk ya dagirker de bi giranî birîndar bibû û şehîd bû, oxir kirin.
Girseya gel cenazeyê her du şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn girtin û ber bi gorstana Fafînê ve çûn.
Marasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin hat dest pê kirin, her wiha li ser navê meclîsa malbatên Şehîdan û Meclîsa Kantona Şehbayê axaftin hatin gotin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo diyar kir ku rojane gelê ku li herêma Şehbayê jiyan dike rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê, armanca dewleta faşîst ji van êrîşan şikandin û pûçkirina îradeya gelê herêmê ye, lê bi saya şervanên ku jiyana xwe ji bo parastina vî gelî kirine qurban wê tu carî dujmin neghîne armança xwe.
Endama Meclîsa Kantona Şehbayê fatmê Cibo bal kişand ser komkûjiyên ku di derheqê gelê Efrînê de tê kirin û wiha got: “Bi sedê carane ku dewleta Tirk komkûjiyan li dijî gelê me dike û sivîl û zarokan dike armanc. Dagirkeryia tirk bi siyaseta xwe ya bêexlaq dixwaze gel qir bike.
Fatma Cibo da zanîn ku li ber çavên cîhanê gelê Kurd di qirkirin û kuştinê re derbas dibe û axaftina wiha qedand: ” Em bang tavahî rêxistinên mirovî û navnetewî dikin ku li hember kiryarên dewleta tirk ya dagirker bê deng nemînin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehadeta her du hevalan hat xwendin û hatin oxir kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.