Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Documenta

14/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qewl dîna betal dike
Share on FacebookShare on Twitter

Sipan Şînda

 

Îsal Documenta ya pazdemîn li bajarê Kasselê yê Elmanya yê pêk hat. Ez bawerim Documenta mezintirîn organîzasyona hunerî ya cîhanê ye. Ev organîzasyon ev cara pazdê ye pêk tê û ji gelekî welatên dunyayê hunermend, saziyên hunerî û çandî tevil dibine. Vê organîzasyonê îsal di 18 yî hezîranê de dest pê kir û di 25’ê Îlonê de jî bi dawî dibe. Yanê ji 3 mehan zêdetir xebatên hunerî didomin û weke li jorê ji min gotî, hunermend, akademîsyen, nivîskar û gelek kesên ji hunerê hez dikine tevlî vê organîzasyonê dibin. Ev organîzasyona ew qas mezin û dirêj dom dike, ji beriya 75 salan dest pê kirî ye. Her pênc salan carekê tê çêkirin û ji Çînê bigire heta Amerîka, ji Erebîstanê bigire heta Meksîka, ji Japonya bigire heta welatên Kanada ji hemû deverên cîhanê hunermend bi hunermendiya xwe, bi berhemên xwe ve têne wêderê tevlî dibin, pêşendanên xwe çêdikine, welatê xwe, netewa xwe û hunera xwe didine naskirin. Ne tenê hunera xwe didine naskirin, hunerê li wir diafirînin. Bi hev re, bi giyanekî hevpar hunera xwe pêkêş dikine. Ji hevdu sûdê werdigirin, fêr dibin, weke moriyan bê sekin bi hev re hunerê pêşve dibin. Tu wan hunermendên ku her awirek ya wan, her xêzek ya wan, her nêrînek ya wan, her hilmek ya wan huner jê dibare, li kolanekê bibînî tû wê bêjî ev huner ne di mejî û hestên wan de hatiye afirandin û bi dest û tiliyên wan hatiye xêzkirin.

 

Ne tenê huner li wêderê tê afirandin û pêşkêşkirin, herwiha di warê entelektûelî de jî, gelek kar û xebat têne kirin. Saziyên hunerî, akademîsyen bi rojan li ser hunerê, sazîbûyînê, afirandina hunerê, qelsiyên hunerê, hevkariya hunerî, civakî, mafên zarokan, hunera zarokan, ya jinê, hevkariya bi hunermendên bê dewlet re û hwd gengeşî dikin. Bi vê girêdanê, ji bo pirrê wan kesên ku tên û tevlî vê organîzasyona mezin dibin, alîkariya ji bo hunermendên bindest, di girtîgehan de ku nikarin hunera xwe bi rihetî bidine naskirin û pêş bixin, gelekî girîng e. Ji bo min ji cara ewil bû ku ez tevilî vê pêşendana Documenta yê (documenta fifteen/pazdeh) bûm. Ez ne hunermend im û çi xebatên min yên hunerî ji nînin. Lê belê pêşendanekî gelekî hêjayî ye ku mirov her car tevil bibe. Min gelekî mereq kir ku gelo ka çend hunermendên Kurd, yan saziyên hunerî yên Kurd tevilî vê pêşendanê bûyîne. Min berê xwe da malpera Documenta fifteenê, lê mixabin min tenê yek saziya Kurdan dît ku tevilî vê organîzayonê bûyî ye. Komîna Fîlman ya Rojava. Li xana Fridericianumê her roj danê sibê ji seet 10’ê sibaha heya 7’ê êvarî documentera Komîna Fîlman ya Rojava tê weşandin. Documenterekî gelekî xweş çêkirine û gelek dihate temaşekirin jî. Lê mixabin ewqas saziyên Kurdan yên hunerî, ewqas hunermendên Kurd li Ewropa tû kes tevlî vê organîzasyonê nebûn e. Ev tiştên wiha ji bo Kurdan derfetin ku xwe bidine naskirin. Lê mixabin diyare ku Kurd, hema dixwazin xwe li hevdu bidine naskirin. Mînak: min çend saziyên Filistînî dîtin û ez bi çend hunermendên Filistînî re axivîm. Lê mixabin min ne Kurdek ne hunermendek kurd û ne jî navê saziyek ya Kurdan dît.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.