Rojnameya Ronahî

Festîvala Havînê Ya Silêmaniyê Didome 

 

Festivala Havînê ya Silêmaniyê di roja sêyem de berdewam bû, di festîvalê de berhemên xwezayî û karên dest ên jinan hatin nîşandan. Tê payîn sibe festîval bi dawî were.

Ev sê rojin Festîvala Havînê li Silêmaniyê berdewame. Di festîvalê de gelek cûrên xwarin û xwarinên Kurdewarî hatin nîşandan.

Her wiha di festîvalê de cilûbergên Kurdî û karên dest ên jinan hatin nîşandan.

Berpirsê Giştî yê Festîvala Havînê Amanc Kerîm derbarê festîvalê de ji Rojnews re got, “Armanca festîvalê bihêzkirina jêrxana welate, nasandina berhemên navxweyî ye. Di festîvalê de nêzî 150 kes bi berhemên xwe ji deverên cûda yên Herêma Kurdistanê beşdar bûne.”

Amanc Kerîm da zanîn ev festîval wek derfeteke ji bo hîn zêdetir berhemên navxweyî werin firotin, her wiha diyarkir 65 jinan bi berhemên xwe yên ku bi dest çêkirine tevlî festîvalê bûne.

Tê payîn sibe festîval bi dawî bibe. – ROJNEWS