Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hakan Fîdan li Bexdayê bi Alîyên Sîyasî re hevdîtinan Kir

13/09/2022
in NÛÇE
A A
Hakan Fîdan li Bexdayê bi Alîyên Sîyasî re hevdîtinan Kir
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nuçeyan

Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xemîs Xencer li gel Serokê Îstîxbarata MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li Bexdayê civiya.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber didomin. Dewleta Tirk a dagirker bi balefiran bi çekên kîmyayî sivîlan qetil dike û xwezayê tarumar dike.

Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xamis Xencer li Bexdayê li gel Serokê Îstîxbarata MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re civiya.

 

Di vê pêvajoyêde hevdîtin balkêşe

Hevdîtina ku hatî kirin di demek wisa de ye ku dewleta Tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê windahiyên mezin dide, pêkhatiye.

Hêjayî gotinê ye Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunnî Xamis Xencer ji beriya êrişên dewleta Tirk yên di meha Nîsanê de dayî destpêkirin, di 26’ê Sibata sala 2022’an de li gel Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan re civiyabû.

 

Tirk Dixwazin Ji Tevlîheviya Hûndirîn Ya Iraqê Sûdê Werbigrin

Di êrişên herî dawî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Di komkujiya ser gundê Perex a girêdayî Zaxoyê de 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 33 kes jî birîndar bibûn. Herwiha herî dawî balafira bê mirov ya dewlet a Tirk a dagirker malek penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî mexmûrê kiribû hedef, di encama êrişa hovane de welatiyê bavê 6 zarokan ê bi navê Ebûzêd Dêrhînî jiyana xwe ji dest da bû.

Li gel ku bang û daxwazên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker her ku diçe zêdetir dibe, dewleta Tirk bi destê PDK’ê li Iraqê di navenda siyasetê de krîzan li dardixe ku nerazîbûnên li hemberî berfirehkirina êriş û dagirkeriya xwe lewaz bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.