Dîlan Guvenç dibêje, hîna daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê nehatibe qebûlkirin jî ji 2000’î ve ev daxwaz zêde bûye, hejmara kurs û kursiyeran jî zêde bûye.
MED-DER’ê rapora ku ji hêla Navenda Lêkolînên a Sosyopolîtîk ve hatiye amadekirin di civîna çapemeniyê de parve kir û bal bire ser daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê.
Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk, derbarê kursên ziman ên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) de raporek amade kir. MED-DER’ê ev rapor bi civîna çapemeniyê li raya giştî eşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya MED-DER’ê pêk hat û pankarta “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye” hat daliqandin. Hevserokê MED-DER´ê Rifat Ronî û mamosteyên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn.
Rapor ji aliyê rêveberên MED-DER’ê Dîlan Guvenç û Nesîp Gultekîn ve bi Kurmancî û Kirmanckî hat xwendin.
Daxwaza perwerdeya Kurdî xurt bû
Dîlan Guvençê got, li Tirkiyeyê daxwazên perwerdehiya zimanê dayikê demeke dirêj e di rojevê de ye, bi salan ji hêla rêxistinên sivîl ve kursên zimanê dayikê hatine: “Di navbera salên 2012 û 2013’yan de hewldanên parastin û hînkirina zimanê dayikê gaveke bi pêş ve çû. Di dibistanên navîn de hefteyê du seatan bi navê ‘zarava û zimanên zindî’ ket rojeva Wezareta Perwerdehiyê. Hîna daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê nehatibe qebûlkirin jî ji 2000’î heta niha di daxwazên perwerdehiyê de zêdebûnek heye. Bi vê yekê re hejmara kurs û kursiyeran jî zêde bûye. Tê ditîn ku bi taybetî di dema pandemiyê û piştî pandemiyê de daxwaza kursên Kurmancî û zaravayên din zêde bûye.”
Rapor hat amadekirin
Dîlan Guvençê got, li ser vê babetê, navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ji bo zanibe daxwaz, sedem û nasnameya kursiyerên ku dixwazin hînî Kurmancî û zaravayên din bibin çi ne, xebateke lêkolînê kiriye: “Lêkolîn di dema destpêka vegirtina COVID-19’ê de di navbera salên 2020 û 2022’yan de hat kirin daneyên MED-DER´ê esas hatin girtin. Dane li ser kursiyerên ji tevahiya Tirkiyeyê û ji derveyî sînorên Tirkiyeyê ne. Daneyên hatin venêrin, ewil derbasî SPSS´yê hatin kirin. Piştre daneyên ku li gorî tablo û grafîkan hatin analîzkirin bi analîzên cins, sal û zaravayên beşdaran li ber jev hatin girtin.”
JINNEWS