Rojnameya Ronahî

Ji Zarokan Re Kurdî Hêsan Dikin

 

Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê (SPCDÊ) ji bo sala nû ya xwendinê dewreyeke perwerdeyê ji bo mamosteyan da destpêkirin. Berdevkê saziyê Nayîf Şengalî diyar kir ku ew ji bo sala nû ya xwendinê amade ne û dixwazin li her derê gel vegeriyaye, dibistanan vekin.

Ji bo sala nû ya xwendinê SPCDÊ ji bo mamosteyan xwe hemûyan dewreyeke perwerdeyê daye destpêkirin. Hem li navenda Şengalê û hem jî li bajarokê Xanesorê jî perwerde dewam dike. Di nava 15 rojan de perwerde wê bi dawî bibe û êdî amadekariyên dawî ji bo despêkirina sala nû ya xwendinê dê bên kirin.

Derbarê dewreya perwerdeyê de mamoste Hazim Xelîl got, “Em hersal ji bo mamoste bi awayekî hîn baştir nêzî şagirtên xwe bibin, kêmahiyên berê çareser bikin, giraniyê didin perwerdeyê. Em dixwazin sîstema me a ziman dayîkê, zêdetir li Şengalê berfireh bikin. Ji ber ku bi vî zimanî em dikarin çanda xwe biparêzin û li dîroka xwe serwext bibin.” Xelîl Bang li malbatan hemûyan kir da ku zarokên xwe bişînin dibistanê û got; “Armanca me ew e ku em çanda xwe ya kevnar û dîroka xwe bi zarokên civaka xwe bidin naskirin.”

Berdevkê SPCDÊ´yê  Nayif Şengalî jî got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me ev perwerde da destpêkirin. Em dixwazin di dersên ji zarokan re giran de hin guhertinan çêkin. Em dixwazin îsal li her cihê ku gel vegeriyaye, dibistanan vekin û zarokan bi zimanê wan ê dayîkê perwerde bikin.”

ROJNEWS / ŞENGAL