Rojnameya Ronahî

Pirsgirêkên Kurdên Misilman

 

Hafiz Ahmet Turhalli

Di roja meya îro de, Kurdên misilman ji ber nakokiyên xwe, pirsgirêkên wan yên cidî di têgaheştina ol û neteweyê de hene; di nava pirsgirêkên welatperweriyê de mane. Kurdên misilmanên yên dema niha, tevlîhevîyên bîrdozî jiyan dikin. Kurdên misilman yên dema niha, di bin bandora misilmanên ku desthilatdar û xwedan dewletin de mane. Mafên ku Xweda û Qur’an a pîroz misoger kirine, ne li gor wan mafan tevdigerin. Berovajî wê, dewletên dagirker û qirker li ser navê ol çidibêjin, Kurdên misilman zêdetir wê dişopandin û hezdikin.

 

Kurdên misilman ji ber ku, Qur’an a pîroz naşopînin; Bi hişmendîyek berpirsiyar tevnagerin, dîroka medreseyên xwe, lehengîya alim û rêberên xwe lêkolîn nakin. Tiştên ji dagirkerên xwe li ser ola isalmî  dibîhîzin, digrin dest. Bi vî awayî jiyanekê binav Îslamî ku naverok wê dijiyatiya Îslamê ye jiyan dikin û pêşdixin .

 

Di dîroka Kurd û Kurdîstanê de, cîhê alîmên oldar cîhekî serekeye

 

Alimên Kurd  gelekî xizmeta ola Îslamê, di warê zanistê de kirin, pirtuk û şîroveyên pêşketî çêkirin.

 

Alimên Kurd di dîroka nêz û durde ji bo gele xwe û rastiya ol bi lehengî tevgeryane. Wekî mînak jî; Şêx Mehmud Berzencî, şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza, Seyîd Abdulkadir, Qazî Mihemed, şêx Ehmed Berzanî, mele Mustafa Berzanî, mele Sidîq Turhallî, mele Îzedîn Yildirim, şêx Mihemed Emîn Bîngol, şêx Maşuqê Xeznewî û gelek alimên din ku bi xwîn û keda xwe ji bo gelê xwe têkoşiyane û şehîd bune. Ev jî dide dîyarkirin ku, pirsgirêka Kurdên misolman di hişmendî û bîrdoziyê de ye. Pirsgirên ne olî, berovajî wêkî  pirsgirêkên olî binav dikin û di bin bandora dagirkerande dimînin.

 

Piştî perçekirina xaka pîroz, hişê Kurdên misilman jî hatiye perçekirin. Li Şuna Îslamê de, ola dagirker û deshelatdaran wek ola Îslamê di hişên wan de hatiye çandin.

 

Ola ku dibe sedema pirsgirêkên bi kurahî tên jiyan kirin, bingeha xwe ji berovajîkirina deshelatdaran ya ji Îslamê re girtiye.

 

Kurdên misilman bi navê ola Îsalmî hin mafan ji xwer heram û derveyî dîn dîbîne, lê ji dagirkerên xwe re wekî tiştekî pîroz dibîne û bi navê ol ji wî tiştî re xizmetê dikin.

 

Ew tiştên ku ji bo Filîstîniyan, Bosniyan, Afganan u hemu gelan pîroz e, lê heman tişt ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê heram e. Ango daxwaza azadiya Kurdîstanê weke fitne û perçebunê binav dikin.

 

Mele û Şêxên ereban û farisan ji bo welatê û gelê xwe biparêzin, di dîrokê de tekoşînek bê hempa dane meşandin.

 

Kurdên misilman ji bo ku gele Kurd neghêje mafên xwe, olê berovajî dikin û bi navê ola Îslamê zilm, zordarî û şideta deshlatdarên xwe wek tevgerek pîroz û olî binav dikin.

 

Pirs ev e: Gelo tekoşîndayîna ji bo gel û welat ne emrekî olî ye?

 

Oldar û em Kurdên misilman jî , bawer dikin ku cudayî di navebera misilmanên netewên din û me de heye?

 

Ger welatperwerî ne emrekî  olî be, çima zanyarên Ereb, Faris, Tirk û alimên berê yên Kurdan ev tekoşîn binavê ola Îslamê pêkanîne?

 

Pirsgirêka Kurdên misilman ewe ku, çiqas dirin ji rastiya ola Îslamê dur dikevin û ser navê ola Îslamê nêzî ola deshilatdarên zalim dibin.

 

Belê tekoşîna ji bo azadî û rizgarkirina welat pîroze, kîjan misilman vê yekê pêk neyîne, ne misilmanekî rast yê ola Îslamê ye, wê demê ew piştgirê ola dagirker û qirkeran e.