Rojnameya Ronahî

YPS/YPS JIN: Tevlî pêngava serfiraziyê bibin

Navenda Nûçeyan / Qamişlo

Koordînasyona YPS/YPS JIN’ê bîlançoya çalakiyên meha Tebaxê eşkere kir û got, di sala 50’yemîn a têkoşînê ya Rêbertiya me de, em bang li gel, ciwan û jinan dikin ku bi awayekî çalak tevlî pêngava serfiraziyê ya YPS’ê bibin.”

 

Koordînasyona YPS/YPS JIN’ê bi daxuyaniyeke nivîskî de bîlançoya çalakiyên meha Tebaxê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li dijî faşîzma dewleta tirk sunda tol rakinê hat dayîn û wiha hat gotin:

“Di sala 50’emîn a têkoşînê ya Rêber Apo de, rêxistina YPS û YPS JIN’ê pêngava serfiraziyê di 10’ê Tebaxê de bi şîara ‘Pêngava Serfiraziyê’ ya sala têkoşîna 50’emîn da destpêkirin. Di sala 50’emîn a têkoşînê ya Rêber Apo de Pêngava Serfiraziyê ya ku YPS’ê daye destpêkirin, heta ku rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst were hilweşandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, bi ruhê têkoşînê yê heval Çiyager û Zeryan wê bidome. YPS û YPS/JIN a ku tarza têkoşîna rêxistinkirî ya gelê şoreşger û welatparêz e, wê bi encameke mûhteşem, hesap bipirse û tola gelê Kurd ji faşîzmê bipirse.”

Çalakiyên Meha Tebaxê

Bîlançoya çalakiya meha Tebaxê wiha ye:

“Tîmên tolhildanê yên Şehîd Gunduz Akmeşe di 4’ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê du caran bi bombeyên destan li wesayîta gardiyanekî xistin.

Tîma Tolhildanê ya YPS-JIN’ê ya Şehîd Cûdî Faraşîn 6’ê Tebaxê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan a li Wanê digeriya bi bombeyên destan çalakiyek li dar xist.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Têkoşîn Farqîn a YPS’ê di 9’ê Tebaxê de li Amedê li dijî mala bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.

Tîmên Tolhildanê yên YPS-JIN’ê yên Şehîd Çekwar Çubuk 12’ê Tebaxê li navçeya Bismilê ya Amedê li dijî BÎM’ê bi fîşekên hewayî çalakiyek li dar xistin.

Di 13’ê Tebaxê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tîmên tolhildanê yên Şehîd Ronahî Nisebîn a YPS-JIN wesayîta cerdevan û endamê AKP’ê Naşît Temellî şewitandin.

Tîmên tolhildanê yên YPS, YPS-JIN’ê bi wesîleya 15’ê Tebaxê roja berxwedanê ya li Kurdistanê bi fîşekên hewayî, nivîs û şewitandina alan çalakî li dar xistin.

Di 21’ê Tebaxê de tîmeya tolhildanê ya Şehîd Serxwebûn li Agiriyê li dijî wesayîta dewriye ya dijmin çalakiyeke mayinî li dar xist.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Vejîn Zana ya YPS-JIN’ê, Îdrîs Dirî ku di şehadeta Welat û Nîdal de ku di sala 2020’an de li gundê Kelê yê Geverê şehîd bibûn tiliya wî heye û sîxûrê dewleta faşîst bû di 21’ê Tebaxê de bi çalakiyek ceza kir.

Tîmên tolhildanê yên Şehîd Dilgeş Azad 26’ê Tebaxê li Wanê li trafoya ceyranê ya VEDAŞ’ê xistin û bêbandor kirin.

Di 27’ê Tebaxê de çawîşê pispor Turgay Kulcû ji aliyê tîmên tolhildanê yên Şehîd Alî Tolhildan ve li Dîlokê hate cezakirin.

Di şeva 30 û 31’ê Tebaxê de saet 24.00’an de li navçeya Ben û Sen a Amedê, tîmên tolhildanê yên Şehîd Mahîr Andok bi bombeyên destan li dijî Rêber Îyisoylu û kesên derdora wî yên ku tiryakê difroşe û sîxûrî dike çalakiyek li dar xist.”