Rojnameya Ronahî

‘Dika Şewitî’ Ya Tebqayê Beriya Festîvalê Vedibe

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê xebatên sererastkirina ‘Dika Şewitî’ didomîne. Tê payîn ku Festîvala 1`emîn a Stranan li ser vê dikê were lidarxistin.

Dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê yan jî mîna ku şêniyên Tebqayê wê bi nav dikin ‘Dika Şewitî’, yek ji dikên herî mezin a li Sûriyê ye. Piştî ku Artêşa Azad herêm kontrol kir, di encama êrişeke hewayî ya hikumeta Şamê de di 19`ê Sibata 2013`an de beşeke mezin a dikê şewitî û ji ber wê şêniyan ev nav lê kir.

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê sala 1979`an hate avakirin. Tê de yek ji mezintirîn dikên li Sûriyê sala 1982`yan hat avakirin û sala 1993`yan navend bi awayekî fermî hat vekirin.

Di çarçoveya hewldanên Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de ku dikê ji nû ve sererast bikin, komîteyê dest bi xebatên restorekirinê kir.

Li gorî hevserokê Komîteya Çandê ya Tebqayê Elî El Eleya, xebatên restorekirin û sererastkirina dike, yek ji projeyên herî girîng ên komîteyê yên sala 2022`yan bû. El Eleya wiha domand: “Ji zêdetirî mehekê ve, me dest bi van xebatan kiriye, hindik maye xebatên me bi dawî bibin.

Her wiha El Eleya destnîşan kir ku lêçûna vê projeyê derdora 135 hezar dolar e û divê xebatên sererastkirinê di 2 mehan de bi dawî bibin û da zanîn ku di çend rojên bê de dê ev xebat bi dawî bibin.

Der barê xebatên sererastkirinê de El Eleya ev agahî parve kirin: “Me pergala ronîkirin û deng ên nû lê bar kirin. Tablo li dîwarên wê bi cih kirin. Di pêvajoya bê de dê 200 kursî werin bicihkirin.”

El Eleya hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir ku bi rêya komîteyên hunerî hewl dide hemû navendên çandê vejîne û asta zanabûna hunerî ya herêmê bilind bike.

Di dawiyê de El Eleya got: “Amadekarî tên kirin ku Festîvala 1`emîn a Stranan li ser vê dikê were lidarxistin. Dê gelek hunermend û stranbêj ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bibin.” ANHA