Rojnameya Ronahî

HPG: 15 dagirker hatine cezakirin

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xyuakirin ku di çalakiyên gerîlayan de yên di navbera 3-6’ê Îlonê de hatine lidarxistin, herî kêm 15 dagirker hatine cezakirin û wesayîteke leşkerî jî hatiye têkbirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Gerîlayên azadiya Kurdistanê li  her derê  derbeyên giran li artêşa dewleta tirkî ya dagîrker dixe.

HPG’ê da zanîn ku di 8 çalakiyên hêzên wan de 15 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bûye. Herwiah HPG’ê diyar kir ku di heman demê de wesayîteke leşkerî ya Kîrpî, pergaleke kamerayê ya mobese û 60 kîlo teqemenî hatine  îmhakirin.

HPG’ê ragehand ku artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 24 caran bi helîkopterên êrîşê, 12 caran jî bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bomberdûman kiriye.